Dayika kurê xwe yê girtî nabîne: Bila 24’ê Hezîranê de roj hil bê 2018-05-13 09:08:27   ÎZMÎR- Cemîle Yerdut ya kurê wê di girtîgehê de ye diyar kir ku Roja Dayikan ji bazirganiyê re xizmetê dike û wiha got: “Bila dayik wisa neyên bi bîr anîn. Kurê min di girtîgehê de ye. Em nikarin biçin. Êdî bes e. Bila di 25’ê Hezîranê de roj hilê.   Cemîle Yerdut ya kurê wê Suleyman Goksel Yerdut li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xerpêtê girtiye, diyar kir ku Roja Dayikan ji armancek bazirganî re xizmetê dike û bertek nîşan da ku ‘dayik bi vî awayî tên bibîranîn.’   Cemîleyê bi lêv kir ku piştî girtî surgunî bajarên ji malbatên wan dur hatine kirin şûnde li malbatan zilm tê kirin û wiha got: “Em nizanin li wir çi dijîn? Ji bo em xemgîn nebin tiştekî nabêjin. Em dixwazin roja dayikan li cem wan bin. Kurê min berê li girtîgeha Bucayê bû. Niha li girtîgeha Xerpêtê ye. Em nikarin biçin. Hêza me ya aborî tune ye. Em dixwazin zêdetir biçin cem wan lê nabe. 15 rojan carê telefon dike. Em dizanin her tiştî.Em xemgîn nabin em ji bo wan li ser piyan e.”   ‘Bila di 25’ê Hezîranê de roj hil bê’   Cemîleyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku zarokên wan beyî sedem di girtîgehan de ne û wiha pê de çû: “Ew ji bo li mafên xwe geriyane li wir in. Evqas zilm nabe. Bila ev zilm biqede êdî. Bila gelê me îradeya xwe ji bo xwe bi kar bîne. Bila di 24’ê Hezîranê de roj hilê.