‘Dema hun zarokên xwe hembêz dikin Berkîn bînin bîra xwe’ 2018-05-13 09:06:36   STENBOL- Gulsum Elvan diyar kir ku ji sala 2013’an heta niha ku kurê wê Berkîn Elvan hatiye kuştin, Roja Dayikan pîroz nake û banga ‘Bi rastî ger wijdan hebe roja dayikan dema kesên lawê min kuştin zarokên xwe hembêz dikin bila min bi bîr bînin. Ez bang li dadger û dozgedran jî dikim; Dema zarokên xwe maç dikin bila kurê min bi bîr bînin.    Dayika Berkîn Elvan, Gulsum Elvan tevî ku evqas hezkirî û destekvanên wê hene jî, tercîha wê ev e ku Roja Dayikan bêdeng derbas bike. Piştî Berkîn Elvan jiyana xwe ji dest da şûnde bi hezaran kesî jê re got ‘Dayika Gulsum.’ Gulsum diyar dike ku ji derve gelek kes tên lê ew Roja Dayikan pîroz nake û Roja Dayikan li cem wê nemaye. Gulsum dema Berkîn vedibêje çavên wê tije dibe û wiha dibêje: “Min zarokekî wisa nedît. Zarokekî pir cuda bû. Tiştek bikira hema dihat dilê min xweş dikir. Li dijî neheqiyê tehemula wî tune bû.”   ‘Em ne cejnê ne roja dayika pîroz dikin’   Gulsumê bi lêv kir ku hevjînê wê Samî Elvan, nexweşê şekir e û ev tişt vegot: “Hemû barê malê li ser milê min e. Min zarokên xwe bi kedek mezin xwedî kirin. Piştî Berkîn ez parçe bûm, tune bûm. Em ê niha çawa ji bin van êşan rabin? Em ne cejnê ne Roja Dayikan pîroz dikin.”   Gulsumê pêvajoya dadgehê jî nirxand û got tevî her tiştî ew ji dadgehan edeletê dixwaze û bi dadgehan bawer dike. Gulsumê wiha berdewam kir: “Li dadgehan ez dixwazim biqîrim. Ji ber ku hemû derewan dikin. Mesela dibêjin ‘dawet hebû’. Tunebû. Ez li wê salona dawetê dixebitim. Bi Berkîn re torpîl tunebû. Ev îdia jî kurê Melîh Gokçek, Osman Gokçek anî ziman.  Heta wî negotibû kesî nedigot torpîl. Li holê evqas derew hene, lê mirina kurê min rast e.”   ‘Hun ceza nekin wê hîna pir zarok bimrin’   Gulsum bi lêv dike ku ew girîngiyê dide pêvajoya dadgehê û bang li dayikên ku zarokên wan hatine kuştin kir: “Ez ji bo kurê xwe nasekinim. Ez ê ji bo zarokên ji aliyê dewletê ve hatine kuştin biqîrim. Êdî bes e ger ev neyên cezakirin wê hîna pir zarok bimrin. Bila dadger, dozger ne li alî kujeran li alî min bin.”   ‘Dema zarokên xwe hembêz dikin bila kurê min bibîr bînin’   Gulsumê got wê têkoşîna xwe bidomîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Min tiştekî derveyê qanûnê nekiriye. Ez edeletê dixwazim. Ez xwe bikujim jî kurê min êdî nayê lê bila dayikên din negirin, zarokên din nemrin. Bila xwe 5 saniyeyî bikin şûna min. Bi rastî ger wijdan hebe roja dayikan dema zarokên xwe hembêz dikin bila min bi bîr bînin. Ez bang li wan kujeran dikim; Dema zarokên xwe maç dikin bila kurê min bi bîr bînin. Bila ji bîr nekin, dema zarokên xwe hembêz dikin bila Berkîn bi bîr bînin.’ li dadger, dozger û polîsan kir. Ez bang li dayikên ku zarokên wan hatine kuştin dikim. Bêdeng nemînin. Hun ji zarokên xwe hez dikin, bêdeng nemÎnin. Ji kerema xwe re min li dadgehê tenê nehêlin. Ez edeletê dixwazim. Em ji bo pêşeroja zarokên xwe dibêjin edelet.”