Di roja dayikan de dixwaze keça xwe hembêz bike: Wê edeletê kî pêk bîne 2018-05-12 09:07:40   ÎZMÎR- Dayika Emîne Demîrcî ya ji aliyê hevjînê xwe Mustafa Demîrcî ve hat qetilkirin, Ayten Unturk diyar kir ku ew di roja dayikan de dixwaze li gel zarokên xwe be û wan hembêz bike û wiha got: “Ez biçim ku derê wê dibînim. Min bêriya keça xwe kiriye. Desturê didin kujer li kolanan bigerin. Wê kî edeletê pêk bîne?”   Her sal hefteya yekem a Gulanê di afîş û bîlboardan de wêneyên dayikan û tabloyên kêfxweş yên malbatan cih digirin.  Wê hefteyê dan û standin derdikeve asta herî jor. Lê mixabin di rastiyê de pirsgirêkên dayikan gelek mezinin.  Dayika Emîne Demîrcî ya ji aliyê hevjînê xwe Mustafa Demîrcî ve hat qetilkirin, Ayten Unturk diyar kir ku bila hemû dayik di roja Dayikan de zarokên xwe hembêz bikin.   Aytenê diyar kir ku kujerê keça wê Mustafa Demîrcî ji aliyê dadgehê ve tê parastin û got gel zimanê hiqûqê fêm nake û wiha got: “Dadger û dozger diaxivin lê em tiştek fam nakin. Ez ji parêzer bipirsim ew ji runiştinê qût dibe. Niha rapora kesê zane hat.  Di raporê de dibêje ji qestî kuştin e. Hîna jî min fam nekiriye. Gelo jiyana mirovan evqas hêsan e. Min ew keç mezin kir. Çi mafê wî hebû keça min bikuje.”   ‘Dixwazim zarokên xwe hembêz bikim’   Aytenê daxuyakirin ku ew dixwaze di roja Dayikan de ligel zarokên xwe be û wan hembêz bike û wiha pê de çû: “Ez li her derê çavê xwe digerinim dibêjim gelo kes naşibe keça min. Li kolanê li her derê ez lê digerim.  Min bêriya keça xwe kiriye. Wê çawa keça min bidin min. Qe nebe bila kujer bernedin. Ji bo zêdetir kesan bikujin berdidin. Dadgeran jî nikaribû li rûyê min binêre.  Serbest berdana kujer zemîna revandinê amade dike.”   ‘Wê kî edeletê pêk bîne’   Aytenê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku wê runiştin di 18’ê Hezîranê de pêk bê û got: “Bawerî bi edeletê nema. Wê kî edeletê pêk bîne?Desturê didin kujeran ku li derve bigerin.”