Gulbahar Alpsoy:Min nameyên navnîşana wê ne diyar nivîsand 2018-05-05 13:37:33   STENBOL - Di çalakiya Dayikên Şemiyê ya 684'an de Gulbahar Alpsoy aqubeta bapîrê xwe yê ku di sala 1994'an de hat windakirin pirsî û got:"Ez li vê qadê mezin bûm. Min nameyên navnîşana wê ne diyar ji bapîrê xwe re nivîsand. Bila gorek bapîrê min hebe. Heta ku gora bapîrê min neyê dîtin ez ji vê qadê naçim."   Dayikên Şemiyê cara 684'an li pêş Lîseya Galatasarayê ji bo aqubeta xizmên xwe bipirsin hatin ba hev û pankarta "Kujer diyar in ên windayî li ku ne? " hilgirtin. Her wiha Dayikên Şemiyê qurnefîlên sor hilgirtin û di çalakiya xwe ya vê hefteyê de jî bang kirin ku yên ji kuştina Halil Alpsoy û Kasim Alpsoy ku di 1994'an de di bin binçavkirina hefteyekê de hatin windakirin, berpirsin derkevin pêşberî darazê.    Di  çalakiyê de Hanife Yildiz diya Murat Yildizê ku di 1995'an de dibin çavan de hat windakirin axivî û got:"Daraz ne azad e. Kesek nikare dengê me qut bikin. Her kesên ku tên vê qadê ji wan re dibêjin 'terorist'. Em ji bo hestiyên xizmên me yên windayî bên dîtin em li vê qadê ne. Werin em hemû dayik bibin yek û dawî li vê bêedaletiyê bînin."   Piştre neviyê Halil Alpsoy a 9 salî Samet axivî û got:"Bila êdî dayika min û dapîra min xemgîn nebin. Ez dixwazim gorek bapîrê min çê bibe."    'Heta ku em xizmên xwe nebînin em ji vê qadê venaqetin'   Her wiha piştre neviya Halil Alpsoy, Gulbahar Alpsoy axivî û  got:"Min nameyên navnîşana wê ne diyar ji bapîrê xwe re nivîsand. Heta ku em xizmên xwe nebînin em ji vê qadê venaqetin."   'Bila bêcezabûna 24 salan bi dawî bibe'   Piştî axaftinê daxuyaniya çapemeniyê ji mirovên şemiyê Hatice Onaran xwend û got:"Ji bo kesên windayî bê dîtin divê berpirsiyariya siyasî bê girtin. Divê di darazê de edalet pêk were. Bila bêcezabûna 24 salan bi dawî bibe."   Dayikên Şemiyê bi hêviya di çalakiya hefta pêşiyê de werin ba hev ji qadê veqetiyan.