Jinên Efrînê: Bi vîn û îradeya gelan ew ê berxwedana serdemê bi ser keve! 2018-04-02 09:02:41   Ronida Hacî    TILTEMIR - Fatma Emîn Reşo û Eyşa Ehmed ku ji Herêma Efrînê ne êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û got "Ka mafên mirovan ev hemû derewin û xwîna kurdan diherikînin."   Fatma Emîn ya ku ew jî ji ber êrîşên dewleta tirk ya li ser gelê Herêma Efrînê neçar ma berê xwe bide Bajarê Tiltemirê û bi hêviya çûyina Efrînê dijî ji ajansa me re wiha axivî:"Ji ber êrîşên Dewleta Tirk me ji dev warê xwe berda û em îro hatine Bajarê Tiltemirê. Dewleta tirk  malên me talan dike û zarokên me dikuje û gelên Efrînê qir dike."   Fatma di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirina mafên gelê kurd û wiha got: "Ka mafêN mirovan, ev dewletên ku xwe veke saziya  mafêN mirovan bi nav dikin, ti girêdana wan bi mafêN mirovan nîne. Çima bêdeng ma ne.  Me pir zehmetî kişand heta ku me xwe gihand cihên bi ewle, zarokên me nexweş ketin. Îro gelê me xwedî li me derdikeve,em hatin TilTemir û me bi cih kirin.  Ger ku ne ji TEV-DEM û Kongreya Star bûya, îro em û zarokên xwe em ê li kolanan bimana. Em Efrînê ji dagirkeriya tirkiyê re nahêlin."   Gelê Efrînê niha ji bo parastina xwe di lêgerînê de ye!   Dayika bi navê Eyşa Ehmed (79) êşa xwe koçberiyê û tiştê li Efrînê jiya bi van gotinan vegot:"Bi vî temenê xwe yê mezin bi zor û zehmetî min xwe xelas kir. Xwedayekî min heye ez dibêjim xwedê ji Erdogan re nehêle. Îro Erdogan êrîşî warê me dike, mirov bêyî warê xwe nikarin bijîn. Em êrîşên Erdogan şermezar dikin."