'Jin wê bi rengên xwe li dijî şer bisekinin' 2018-03-24 09:08:22   ÎZMÎR - Endama MYK’a SKM'ê Satiye Ok diyar kir ku ew hewl didin pêvajoyek ku jin zêdetir dadikevin kolanan û gotinê dibêjin, rêxistin bikin û bang li hemû jinan kir ku tevlî Kongreya li Stenbolê pêk tê bibin.   4’emîn Kongreya Meclîsên Jinan a Sosyalîst (SKM) sibê li Stenbolê pêk tê. Endama MYK’a SKM'ê  Satiye Ok bang li hemû jinan kir ku tevlî kongreyê bibin û diyar kir ku wê polîtîkayên AKP’ê yên ji bo jin û zarokan û nokteyên çareseriyê nîqaş bikin.    ‘Jin wê bi rengên xwe li dijî şer bisekinin’    Satiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser gotinên îstîsmara zarokan teşwîq dike, qanûnên jinan hepsî malê dike û polîtîkayên li ser bedena jinê û got: “Di kongreyê de wê jin bi rengên xwe dengê aştiyê bilind bikin û mezinkirina têkoşîna azadiya jinê esas bigirin.”   Satiyeyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser têkoşîna jinan û got têkoşîna jinan ne tenê li Tirkiyeyê li hemû cîhanê bilind bûye û bang li hemû jinan kir ku tevlî kongreyê bibin.