Jinên Botanê li dijî êîrşan banga berxwedanê kirin 2018-03-22 11:27:38   ŞIRNEX  - Li Cizîrê li gel hemû tundî û astengiyan jinên ku li qada Newrozê bi reng û lîlandina xwe cih girtin, bal kişandin ser Tecîrda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û  dagirkirina Efîrnê û banga yekitiyê kirin.   Di pîrozbahiya Newrozê ku li Cizîra Şirnexê hat kirin de, rojeva jinên Botanê  tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê. Jinê botanê gotin ku tu cudahiya êrîş û dagirkirina Efrînê ji bûyerên ku berî bi du salan li Cizîrê qewimîn tune ye û banga yekitiya neteweyî li jinan kirin.    'Betonê jî bi ser me de birijînin em ê li ber xwe bidin'   Ji jinên ku bi hemû coşa xwe li qadê bûn Xunav Ersen ev tişt got;"Piştî ku li bodruman em şeiwtandin wan got wê êdî nikaribin Newrozê pîroz bikin. Lê ne ku me bişewitînin ger ku betonê jî bi ser me de birijînin em ê disa serî hildin. Bila vê baş bizanibin.  Wan got 'Mekesên wekî Mehmet Tunç û Asiya kutşin êdî kesek nema'.  Lê em sond dixwin ku em ê her li qan bin.  Duh zilma ku li me hat kirin îro li Efrînê tê kirin. Lê em ê serî netewînin."   'Em tecîrîdê şermezar dikin'   Xunava bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û wiha got: "Em tcrîda li ser serokê xwe şermezar dikin. Em ê li dijî kesên ku Efrînê dagir kirin u rêberê me tecrît kirin berxwedana xwe bidomînin.  Heta dilopek xwîna me hebe em ê li ber xwe bidin."   'Gelê Efrînê zerar neda tu kesî'   Jina bi navê Gurbet Çagdavul jî bal kişanda ser girîngiya yekitiya neteweyî ya kurd û ev tişt got: "Li gel hemû astengiyan em li qadan e. Çi zerara gelê Efrînê heye?  Efrîn axa Efrîniyan e.  Mîrasa ku ji bav û lalên wan ji wan re maye ye.  Ger ku kesek bê te ji mala te derbixe dibe?  Ev dagirkirin e.  Dema ku mirov şevekê jî bi mêvandarî li cihekî dimîne xwe nakeve çavên mirov. Wekî ku ev jî ne bes be bi sedan sivîl hatin kuştin."   'Em ê berxwdana xwe berdewam bikin'   Amîne Pîşkîn jî bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û wiha got: " Em dixwazin zilma ku li kurdn tê kirin bi dawî bibe.  Em ê ji bo Efrînê li ser piyan bin û Efrînê ji wan bistînin. Wê berxwedana me heta azadiyê berdewam bike."   'Divê ku em xwedî li Efrînê derkevin'   Jina bi navê Fazîlet Malgaz jî got ku bila tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û wiha axafitna xwe berdewam kir: " Em dixwazin ku serokê me li gel me be. Em kurd dixwazin azad bijîn. Divê ku em xwedî li Efrînê derkevin. Efîn Kurdistan e. Em gelê Efrînê baş fam dikin. Ji bo ku Efrînî li malên xwe bimînin divê her kes dengê xwe bilind bike."