Agirê Berxwedanê ku li Efrînê hat vêxistin li qada Newrozê gûr bû (1) 2018-03-21 11:30:07   Bi hezaran diherikin qada Newrozê    AMED - Li Amedê bi hezaran kes bi dirûşma "Em ê bi ruhê Newrozê berxwedanê mezin bikin, li Efrînê bi ser kevin'  bi stranên berxwedanê berê xwe dan qada Newrozê.   Li Amedê li gel şert û mercên Rewşa Awarte(OHAL) bi hezaran kes di saetên serê sibehê de bi dirûşma "Emê bi ruhê Newrozê berxwedanê mezin bikin, li Efrînê bi ser kevin" berê xwe dan qada Newrozê.  Newroza Amedê ku her sal ji bo bi hezaran kesî malovaniyê dike vê salê bi hezaran kes bi kincên xwe yên neteweyî li qadaên cuda kom bûn û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê" û "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin"  berz kirin.  Ji ber ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wesayit ji gel re dernexistin welatiyên Amedê bi derfetên xwe û bi wesayitên xwe yên şexsî berê xwe dan qada newrozê.   Li gelek cihên bajêr bi TOMA û wesayitên zirxî rê hatin girtin û bi hezaran polîs hatin erkdarkriin.   Li qada Newrozê ji hezarî zêdetir kes hatin erkdarkirin   Qda ku ewlehî lê di asta bilind de ye hatina welatiyan a qadê berdewam dike. Li qadê ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê ve jî ji hezarî zêdetir kes hatin erkdarkirin û ewlehiya gel digirin. Li qada Newrozê pankarta bi kurdî û tirkî li ser "Newroz pîroz be" û flamayên kesk, sor û zer û ala HDP û DBP'ê hatin dalqandin.  Welatî li Amedê ji serê sibehê ve bi drûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" , "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" di herikin qada  Newrozê û jinên ciwan bi lîlandin û çepikan li qadê govend girtin.   Herwiha li qadê li dora 500 rojnameger jî ji bo ku pîrozbahiyê bişopînin bi cih bûne.   Bernameya Newrozê ku wê bi rêzgirtinê bê detpêkirin, piştre wê bername bi axaftina vekirinê bê destpêkirin, piştî peyamên siyasetmedarên girtî wê Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan û Hevserokê KCD'ê Bedran Ozturk biaxivin û wê bername bi muzîkê berdewam bikie