Hûn ê çawa li rûyê Kurdan binêrin 2018-03-18 12:53:48   Melike Aydın    ÎZMÎR - Berdevka Platforma Suryaniyan a Îzmîrê Zeynep Tozduman diyar kir ku piştî ku mirov jiyana xwe ji dest bidin dê tu samimiyeta normên hiqûqê nemîne û got:"Hûn ê çawa li rûyê Kurdan binêrin?"   Ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk ve (TSK) Nexweşxaneya Avrînê ya ku bi hezaran sîvîl lê dihatin tedawîkirin hat bombebarankirin. Nêzî 15 sîvîlî jiyana xwe ji dest dan gelek kes jî birîndar bûn. Midurê Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku ji ajansa Firansayê ya AFP'ê re axivî got:"Tevî 2 jinên ducanî 16 sîvîlî jiyana xwe ji dest da."    'Nexweşxaneya Avrînê di salvegera "Komkujiya Helepçeyê de" hat bombebarankirin'   Zeynebê bi bîr xist ku Nexweşxane di salvegera Komkujiya Helepçeyê de hatiye bombebarankirin û wiha got:"Çi dibe bila bibe li her derê cîhanê nexweşxane û îbadetxane di şer de tê parastin. Lê di nava vî şerê qirêj de em dibînin ku ev yek wiha naqewime. Wekî mînak li Erbîlê manastirên Suryaniyan û manastirên Keldaniyan hatibû valakirin. Peyker hatin hilweşandin."   Cizîr, Sûr, Nisêbîn niha jî Efrîn...   Zeynebê diyar kir ku piştî tiştên ku li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û niha jî li Efrînê tê jiyîn dê çawa li rûyê Kurdan binêrin û wiha got:"Li Rojhilata Navîn xwîna mirovan ji petrolê û ji jêderkên di bin erdê de hîn erzantir e. Divê em li dijî kapîtalîzmê û vê yekê vînek xurt nîşan bidin."