Gelê Efrînê: Erdogan nikare vîna me bişkîne 2018-03-15 09:11:53   Ruhenda Amed   EFRÎN - Balafirên şer ên Tirkiyeyê bendava li Meydankê bombebaran kir û di encama vê de gelê Efrînê bê av ma. Gelê Efrînê got: “Erdogan dixwaze bi birçîbûn û tîbûnê îrada me teslîm bigire. Lê em vir terk nakin. Bila her kes vê wisa bizanibe.”   Êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li hemberî Efrînê ketin roja 55’emîn. Tirkiye û komên girêdayî wê  bi êrîşên hewayî, abus, top, hawan û çekên giran êrîş dikin û her wiha xetên ragihandin û avê  jî dibire û dixwaze serî bi gel bide tewandin.  Bendava Meydankê ya hewcedariya avê ya navenda Efrînê pêk dianî hat bombebarankirin û gel bê av hat hiştin. Niha hewcedariya avê ji aliyê şaredariya Efrînê ve tê peydakirin.   Mehek berê hat bajar   Gel bi tankêran hewl dide hewcedariya ava xwe peyda bike û diyar dikin ku çi dibe bila bibe wê bajar terk nekin. Jina bi navê Zekiye Hennen jî yek ji jinên li ber tankêra avê sekiniye. Zekiye ku li gundê Dêrsîwane ya navçeya Şêra dijiya, piştî êrîş zêde bûne hatiye bajar. Zekiyeyê got  ew mehek berê hatine Efrînê û got Tirkiyeyê du hefte berê av û ceyran birîne.    ‘Armanc çeteyên xwe li vir bicih bike’   Zekiyeyê daxuyakirin ku Erdogan ev 55 roj in teknîkên şerê qirêj bi kar tîne û got armanca wan ev e ku gel qir bike û çeteyên xwe li vir bi cih bike. Zekiyeyê bi lêv kir ku dixwazin bi av û ceyranê vîna wan teslîm bigire û got Erdogan dixwaze wan bi tunebûnê terbiye bike.   Zekiyeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku hewcedariya wan bi rêbazên terbiyekirinê tuneye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez bang li kesên bêdeng dimînin dikim. Em axa xwe terk nakin. Kesên li dijî vê komkujiyê bêdeng dimînin hevkarê wê ne. Rewş her diçe giran dibe. Yên bêdeng qasî Erdogan berpirs in. Komkujî çêbibe kes hesabê vê nade. Em ê vir terk nekin. Bila her kes vê bizanibe.”