Ji aliyekî êrîşî Efrînê dikin ji aliyê din ve jî fabrîkayan difiroşin 2018-03-15 09:10:16   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Hevseroka HDP’a Îzmîrê Semra Uzunok diyar kir ku Tirkiye ji bo krîza di qada aborî, tenduristî  û perwerdeyê de tê jiyîn bigire êrîşên li dijî Efrînê dane destpêkirin û got: “Wek firotina fabrîkayên şekir, di hemû taybetkirinan de ewil bi fabrîkayan zirar dan kirin û piştre dan firotin. Di nav van hemûyan de berê mirovan dan Efrînê û nirxên nav welat jî tune kirin.”   Hevseroka HDP’a Îzmîrê Semra Uzunok diyar kir ku êrîşên li dijî Efrînê tê wateya ku li Tirkiyeyê taybetkirin, tenduristî û perwerde bibe mijara bazarê û got şer ji aliyakî dibe sedema kuştina mirovan û li aliyê din jî çav berdidin nanê gel.   Semrayê wiha berdewam kir: “Tevî ku mudaxaleyek kantona Efrînê ji bo Tirkiyeyê tunebû, bi erêkirina CHP’ê li dijî Efrînê operasyona dagirkirinê hat destpêkirin. Aştîxwazên Tirkiye û cîhanê gotin ew li dijî vê dagirkirinê ne. Krîza aborî bi polîtîkayên şer digirin. Şer û qeyrana aborî, tê wateya mirina zarokan.”   ‘Operasyon bi hincetan hat destpêkirin’   Semrayê her wiha diyar kir ku gelên cîhanê wek a Bosna, Sûr û Cizîrê li qirkirinê temaşe dikin û wiha pê de çû: “Ev qirkirina li dijî Kurdan, li pêş yekitiya gelên Tirkiyeyê astengî ye.  Kesên aştîxwaz, welatparêz, demokrat û şoreşger li dijî şer in.  Lê desthilatdariya yek kesî her ku dengên wî dikeve serî li şer dide. Bi şer dixwazin dengên xwe zêde bikin. Operasyon bi hincetan hat destpêkirin. Şer tê wateya ku hemû nirxan vediguherin alava bazarê. Her wiha bi qehremantiyên sexte jî gel dixapînin. Divê gelên Tirkiyeyê bi dengî bilind ji vî şerî re bêjin na.”