Piştî êrîşên Efrînê rewşa girtîgehan: Jimartina leşkerî, serdegirtin û îşkence… 2018-03-10 09:14:56   ÎZMÎR - Cîgira Sekretera Giştî ya ji Rêxistinbûn û Girtîgehan Berpirs a ÎHD’ê Necla Şengul derbarê rewşa dawî ya girtîgehan de agahî da û got bi êrîşên li hemberî Efrînê re  li girtîgehan girtî rastî tehdîda ‘Rabin ulan em ê hesabê Efrînê bipirsin’ hatine û got provaya pêkanîna cilên yekreng kirine.    Cîgira Sekretera Giştî ya ji Rêxistinbûn û Girtîgehan Berpirs a ÎHD’ê Necla Şengul derbarê rewşa dawî ya girtîgehan de agahî da. Neclayê diyar kir ku ji 2008’an heta niha bi wezareta dadê re hevdîtin tên kirin û tevî lîsteya girtiyên nexweş dane jî wezaret erênî nêz nabe.   ‘Wezaret ji bo girtiyên nexweş tiştekî nake’   Neclayê bi lêv kir ku ji ber vê gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin û ji bo wezaretê mirina girtiyan a li girtîgehan tiştekî îfade nake û got: “Di salên dawî de nexweş nikarin jiyana xwe li derve jî bidomînin. Hatine astek wisa. Lê nayên tahliyekirin. 402 girtî niha nikarin li girtîgehan bijîn.  Hejmara doktorên girtîgehan kêm in. Girtiyên dibin nexweşxanê din jî bi kelepçe û pêkanînên xerab re tên rû hev.”   Doktor nîjadperestiyê dikin   Neclayê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku hinek doktor di dermankirina girtiyan de astengiyan çê dikin û ji ber nasnameya wan cuda dibînin û dermankirin ji ber kelepçekirina berovajî jî zehmetir dibe.   ‘Girtî di serdegirtina koxuşan de tên derbkirin’   Neclayê bi lêv kir ku girtî rastî pirsgirêkên mezin tên û girtiyên di pevçûnan de birîndar bûne jî birînên wan nayên girtin û di bedena wan de parçeyên şarapnelê hene, gelek girtî bi nexweşiyên pençeşêr, epîlepsiyê ketine û hîna jî nayên berdan. Neclayê got girtî di serdegirtina koxuşan de tên derbkirin.   ‘Provaya cilên yekreng’   Neclayê wiha berdewam kir: “Piştî êrîşên Efrînê şûnde cilên yekreng hatiye ferzkirin. Roja piştî êrîşên Efrînê li girtîgehên Rîze, Elezîzê, Kiriklar, Osmaniyê li ser piyan jimartin hatiye kirin û  girtî ji aliyê gardiyanan ve rastî derbkirinê hatine. Bi êrîşên li hemberî Efrînê re  li girtîgehan girtî rastî tehdîda ‘Rabin ulan em ê hesabê Efrînê bipirsin’ hatine û got provaya pêkanîna cilên yekreng kirine.”