Jinan bi ajotina bîsîkletê û firandina pivdankan 8'ê Adarê slav kir 2018-03-04 13:45:28   WAN - Di çarçevoya 8'ê Adarê de çalakiyên jinan didomin. Jinan bi ajotina bîsîklet û firandina pivdankan 8'ê Adarê slav kir.    Di çarçevoya çalakiyên 8 Adarê Roja Jinan a  Cîhanê de çalakiyên  jinan bê navber berdewam dikin. Li Wanê bi pêşengiya Platforma Ahtamara nêzî 20  jinan bîsîklet ajotin. Ajotina bîsîkletê  ji karayolê dest pê kir heyanî îskeleyê berdewam kir, jinan 8 km bîsîklet ajot.  Jinan bîsîkletên   bi kefiyên 'Jin jiyan azadî, bijî 8 Adar' daliqandin.  Ajotina bîsîklet bi dirûşmeyên'Jin jiyan azadî, bijî berxwedana jinan' destpê kir.    Jinên derdorê jî bi tililîyan piştgirî da çalakiya jinan. Piştî ajotina  bîsîkletê jinan li îskeleyê pivdank dan firandin. Piştî çalakiyê jin bi dirûşm û tililiyan belav bûn.