Xizmên girtiyan: Em ê li dijî pêkanîna ‘cilên yekreng’ berxwe bidin 2018-02-28 09:32:51   ÎZMÎR - Xizmên girtiyan diyar kirin ku ligel zextên li ser girtiyan ew jî di dema hevdîtinê de tên tacîzkirin û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin hemû çalakiyên girtiyan ên li dijî pêkanîna ‘cilên yekreng’.    Xizmên girtiyan dan zanîn ku li girtiyên girtîgeha herêma Egeyê û li malbatên wan pêkanînên ne baş tên kirin û her wiha destnîşan kirin ku ew ê piştgiriyê bidin her cureyê çalakiyên girtiyan ên li dijî pêkanîna ‘cilên yekreng’.    ‘Em ê piştgiriyê bidin berxwedanê’    Jina bi navê Turkan Yildirim diyar kir ku ew çûye hevdîtina birayê xwe Abdulbahî Yildirim ê li Girtîgeha Hejmar  a 2 a Şakranê ya Tîpa T û hevjîna pismamê xwe Abdurrahman Yildirim ê li Hejmar 3 a Tîpa T û got di bin lêgerînek giran de derbas bûne. Turkanê bi lêv kir ku bi hinceta alava X-ray xera ye bê mont ew girtine hundir û got hem li ser girtiyan û hem jî li ser malbatan zext hene. Turkanê destnîşan kir ku girtî ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û êrîşên li hemberî Efrînê bi dawî bibin ketine greva birçîbûnê ya sê rojan û bi lêv kir ku îdare her tiştî dike hincet û hevdîtinan asteng dikin.    ‘Malbat tên tacîzkirin’    Suna Payîçû jî çû hevdîtina birayê xwe Zana Yakti yê li Şakranê ye. Sunayê daxuyakirin ku roja hevdîtinê ji wan re şaş gotine û got her tim di hevdîtinan de tên tacîzkirin, ligel hemû zextan jî pêkanîna cilên yekreng hatiye ferzkirin û got cilên ji girtiyan re dibin jî qebûl nakin. Xizmekî girtiyan jî di axaftina xwe de balkişand ser zextan diyar kir ku girtiyan bi kelepçê dibin nexweşxaneyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi lêdanê dibin nexweşxaneyê. Di rîngê de lê dixin. Yên surgun hatine jî tazî lêgerîn dikin. Li dijî vê berxwedan hatiye nîşandan û ji ber vê jî cezayê hucreyê dane wan. Koma jê re dibêjin ‘Tîma A’ bi şev bi ser koxuşan de digirin û zirarê didin koxuşan. Her wiha girtî dibêjin 'pêkanîna cilên yekreng' hatiye lê em li xwe nakin.”