Paradîgmayê komploya navneteweyî vala derxist 2026-02-15 09:06:55   Rozerin Gultekîn   WAN - Hevseroka DBP’a Wanê Gonul Uzunay da zanîn ku di encama paradîgma li cîhanê belav bûye, komploya navneteweyî vala hatiye derxistin û got: “Divê tecrîd bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê. Divê her çar alî ji bo azadiya Birêz Ocalan têbikoşin.”   Komploya 15’ê Sibatê ya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27 sal li pey xwe hişt. Bi komploya ku di şexsê Abdullah Ocalan de pêk hat, xwestin têkoşîna azadiya gelê Kurd tasfiye bikin. Li dijî vê gelê Kurd 27 sale têkoşîna xwe dimeşîne û mezin dike.   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê Gonul Uzunay der barê komployê û berxwedanê d axivî.   Gelê Kurd 27 sale têdikoşe   Gonul Uzunay diyar kir ku bi komployê neçareseriya pirsgirêka Kurd hatiye girankirin û tasfiyeya tevgera azadiya Kurd hatiye plankirin û got bi berxwedanê komplo vala hatiye derxistin. Gonul Uzunay wiha vegot: “Ya hat plankirin girankirin şerê navbera Kurd-Tirk bû. Hewldana tasfiyekirina têkoşîna Kurd bû.Rêberê Gelê Kurd 27 sale bi awayekî dijhiqûqî tê giritn. Lê gelê Kurd û dostên wan xwedî li Birêz Ocalan derketin û komplo vala derxistin. Gelê Kurd 27 sale têdikoşe û azadiya Birêz Ocalan azadiya xwe dibîne.”   Paradîgma êdî li her derê ye   Gonul Uzunay destnîşan kir ku Abdullah Ocalan afrînerê paradîgma ku ji hemû cîhanê re bûye hêvî û wiha got: “Ya hat hedefgirtin ke şexsek bû, gel, heqîqet bû. Abdullah Ocalan ne tenê wek kes wek afrînerê paradîgmayekê li her derê ye.Paradîgma li her derê ku lêgerîna hiqûq û demokrasiye hebû pêş ket. Pir zimanî, pir rengî, pir olî hewand. Paradîgma li Rojava, li Bakur, li Rohilat û Başûr, li her derê cîhanê hat jiyankirin.”   ‘Tecrîd darbeya li aştiyê ye’   Gonul Uzunay anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê darbeya li aştiyê ye û wiha dirêjî dayê: “Tecrîd tenê fîzîkî pêk nayê, li pêş paradîgmayê jî tecrîd pêk tê.  Gelek caran pirtûkên birêz Ocalan hatin qedexekirin. Pir caran roportajên wî hatin qedexekirin. Tecrîd tenê li ser bedenê pêk nehat. Tecrîdê israra di neçareseriya pirsgirêka Kurd de jî pêş xist. Komploya navneteweyî di heman demê de li hember paradîgmayê pêk hat.Li dijî vê hewldana pergalê ya ku dixwest Kurdên li gorî xwe biafirînin, gelê Kurd komkplo vala derxist.”   ‘Divê mafê hêviyê pêk bê’   Gonul Uzunay di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê êdî Rêberê Gelê Kurd di alî fîzîkî de jî azad be û divê Kurd li dora Abdullah Ocalan bibin yek. Gonul Uzunay wiha dawî lê anî: “Divê her çar paçe ji bo azadiya Birêz Ocalan hewl bidin. Divê êdî mafê hêviyê demildest pêk bê. Yek ji daxwaza aştiyê ya civakê jî mafê hêviyê ye. Divê hemû gel jib o azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hewl bidin û dengê xwe bilind bikin.”