Berçavkên ku pêdiviya girtiyan pê heye jî nadin wan! 2026-01-13 09:04:11   Rozerîn Gultekîn   WAN - Endama Komîsyona Girtîgeha Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan (OHD) Sîmîn Atabey, li ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên herêma Serhadê nirxandin kir û diyar kir ku ji girtiyên nexweş re xizmeta tenduristiyê nayê dayîn û destnîşan kir ku heta berçavkên pêwist jî nadin girtiyan.   Ligel ku binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî girtiyên li girtîgehan her roj kûrtir dibin, berdan bi hincetên kêfî yên Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê têne taloqkirin. Girtiyên nexweş herî zêde ji vê rewşê bandor dibin. Gelek girtî, nemaze yên bi nexweşiyên giran, ji xizmeta tenduristiyê li girtîgehan bêpar dimînin. Girtiyên ku nikarin mafên xwe bi kar bînin, bi pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî re rû bi rû dimînin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya 2025'an, herî kêm 1412 girtiyên nexweş li girtîgehan hene ku 161 ji wan jin û 1251 jî mêr in.   Endama Komîsyona Girtîgeha Wanê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD)Sîmîn Atabey, derbarê binpêkirinên ku li hemberî girtiyan tên kirin de axivî.   'Girtiyên nexweş nikarin bigihîjin xizmetên tenduristiyê'   Sîmîn Atabey diyar kir ku girtiyên nexweş ên li girtîgehan rastî gelek binpêkirinên mafên mirovan tên û anî ziman ku ew bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û di serî de jî di warê xwegîhandina tenduristiyê de. Sîmîn Atabey wiha dirêjî daye, "Berî her tiştî, girtiyên nexweş di gihîştina nexweşxaneyan de zehmetî dikişînin. Ew daxwaznameyan pêşkêşî rêveberiyê dikin û li benda nexweşxaneyê ne. Heta ku dora wan were, rêveberiya girtîgehê gelek astengî û hincetan derdixe. Bersivên wekî bijîşk tune ye, alavên nexweşxaneyan têrê nakin, an jî daxwazname bêyî ku werin bersivandin dimînin. Ji girtiyên nexweşên giran re reçete têne dayîn û bêyî ku li nexweşxaneyan werin muayenekirin têne şandin. Piştre, girtiyên nexweş neçar in ku li benda dermanên xwe bisekinin. Ev pêvajo dikare bi mehan bidome. Girtiyên ku nexweşiyên wan ên rojane an demsalî hene jî neçar in ku li bendê bin ku nexweşiyên wan bi serê xwe çareser bibin. Li van deveran bijîşk tune ne. Ji ber vê yekê, girtî nikarin werin muayenekirin. Dema ku em daxwaza veguhestina wan ji bo nexweşxaneyekê dikin, ji me re tê gotin ku li bajarên piçûk nexweşxaneyên herêmî tune ne, û ji ber vê yekê, veguhestin nayên kirin. Daxwaza me ya veguhestina ji bo girtîgehek bi nexweşxaneyek çêtir an dereng tê nirxandin an jî dereng tê bersivandin."    'Girtî nayên dermankirin, berçavk nayên dayîn'   Simin Atabey diyar kir ku li Wanê girtîgehek jinan tune ye, 5 girtiyên jin li beşa jinan a Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Wanê hene û ji wan du ji girtiyan nexweş in. Sîmîn Atabay ev tişt got, "Felem Aker û Hevidar Aydın girtiyên nexweş ên li Wanê ne. Felem Aker emeliyata gurçikê bûye. Ji ber ku muayeneyên wê nehatine kirin, xetera enfeksiyonê heye, lê tevî vê yekê, ew nayê dermankirin. Hevidar Aydın çavên wê baş nabînin, û berçavikên ku hewcedariya wê pê heye  nayên dayîn. Her wiha ji bo fitqa stu  hewceyê dermankirinê ye, lê ew hîn nehatiye veguhastin bo nexweşxaneyekê. Berê, di sala 2018'an de, girtiyek nexweş li Wanê ji bo enfeksiyona rêça mîzê serlêdana dermankirinê kiribû. Tevî vê rastiyê ku ev nexweşî, heke neyê dermankirin, dikare di qonaxên paşîn de bibe sedema penceşêrê, pêvajoya dermankirinê nehat destpêkirin. Piştre girtiya nexweş ji bo girtîgeha Amed û paşê ji bo girtîgehên din hate veguheztin ku di sala 2023'an de li wir nexweşiya penceşêrê lê hate tespîtkirin. Piştî prosedurek derxistina mîdeyê di sala 2025'an de, biryar hate dayîn ku girtî were berdan."   'Ferzkirina muayeneyên bi kelepçe'   Simîn Atabey tekez kir ku daxwaznameyên ku ji hêla girtiyan ve ji bo veguhastina nexweşxaneyê têne paştguhkirin û veguhastin dereng dimînin. Sîmîn Atabey wiha berdewam kir, "Ji bo girtiyên nexweş ên ku me daxwaza paşxistina cezayên wan kiriye, rapora nexweşxaneyê hewce ye. Serlêdanên ji bo paşxistina cezayên girtiyên nexweş dereng dimînin. Ji aliyekî din ve, tewra piştî ku biryara veguheztina wan ji bo nexweşxaneyê tê dayîn jî ew di wesayîtên veguhastina girtîgehê de têne birin û muayeneyên bi kelepçe têne kirin. Ji ber ku girtiyên nexweş muayeneyên bi kelepçe qebûl nakin, bêyî ku werin muayenekirin, ew vedigerin girtîgehê. Girtiyên nexweş her ku diçin nexweşxaneyê rastî lêgerînê tên. Li hin girtîgehan, lêgerîna tazî ya ku rûmeta mirovan binpê dike tê ferzkirin,û girtiyên nexweş nikarin mafê xwe yê gihîştina lênihêrîna tenduristiyê bi kar bînin ji ber ku ew vê muameleyê qebûl nakin."   Jin nikarin bigihîjin pêdiviyên bingehîn   Simin Atabey diyar kir k ku pergalek girtîgehê ya li ser bingeha zayendî tune ye û diyar kir ku ne tenê girtiyên nexweş, lê di heman demê de pêdiviyên bingehîn ên jinan jî nayên dabînkirin. Simin Atabey behsa binpêkirinan kir û wiha domand: "Qanûn û pratîk bêyî ku pêdiviyên girtiyên jin werin hesibandin hatine afirandin. Pêdiviyên bingehîn ên girtiyên jin ji hêla rêveberiya girtîgehê ve têne paşguhkirin. Xwegîhandina alavên  paqijiyê tê sînordarkirin. Beşên ku girtiyên jin lê têne girtin ji hêla gardiyanên mêr ve lêgerîn li wan tê kirin û dema ku girtiyên jin red dikin, ew rastî lêpirsînên dîsîplînî tên. Nimûneyek vê yekê di sala 2023-an de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Patnosê çêbû. Gardiyanên mêr beşa girtiyên jin kontrol kirin û dema ku girtiyan red kirin, li wan dan.”