Heyva Sor a Kurd tevî hemû astengiyan li herêmên komkujiyê ne 2025-09-04 09:02:55   Derya Ren   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Abdula derbarê alîkariyên ji bo bajarên peravê û herêma Siwêdayê tê kirin de nirxandin kir û da zanîn ku ligel xurekan, dermanên ji bo nexweşiya pençeşêre peyda dikin û piştgiriya bûrsê didin xwendekaran.   Di meha kanûnê de rejîma Baasê hilweşiya û hikûmeta demkî ya Şamê hat avakirin. Ji roja hikûmeta Şamê ya Demkî hat destilatdariyê şûnde li hember baweriyên cuda jî hewldanên êrîşê pêk anîn. Di meha sibatê de li hember Elewiyan êrîş dan destpêkirin. Di êrîşan de bi sedan kes hatin qetilkirin û di nav de jin jî hene bi dehan kes hatin revandin. Rêveberiya Xweser ji bo rawestandina êrîşan bang bike jî hikûmeta demkî guh neda bangan.   Piştî sekna Rêveberiya Xweser, di navbera SDG û hikûmeta Demkî de di 10’ê Adarê de peyman hat îmzekirin. Li gorî peymanê divê li hember baweriyên cuda rêzdarî hebe û der barê êrîşan de lêpirsîn bê destpekirin. Lê hikûmeta demkî peyman piştguh kir û li hember Siwêdayê komujî pêk anî.   Heyva Sor a Kurd ku alîkarî dikir hat astengkirin. Tevî hemû atengiyan Heyva Sor a Kurd bi alîkariya saziyek din alîkariyen xwe domand.   Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Abdula der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.   Xebatên Heyva Sor   HediyeAbdula da zanîn ku Hevya Sor a Kurd ji 2012’an heta niha xebatên xwe dimeşîne û got li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navenda wan heye. Hediye Abdullah destnîşan kir ku nêzî 60 ambulansên wan hene û wiha got: “Xebatên me 24 saetan didome. Ne tenê di pêvajoyên şer de her tim me xebatên xwe meşandine. Heyva Sor li gorî rêbazên Xaça Sor xebatan dimeşîne. Di qezayek trafîkê de jî xebatan dimeşîne. Serwîsên me yên nexweşan pêşwazî dike hene. Nexweşxaneya me ya bi dermankirina şewat û Ankolojiyê re eleqeder dibe heye. Di vê nexweşxaneyê de nexweşên pençeşêrê û şewatê tên dermankirin.”   ‘Pêvajoya ewil 12 tir alîkarî hat şandin’   Hediye Abdula wiha dirêjî dayê: “Li bajarên peravê komujî hat kirin. Me hewl da em 12 tir xwarin û alavên paqijiyê bişînin. Lê destûr nedan alîkariyên Heyva Sor. Ji ber vê me di bin navê Mezopotamyayê de şand. Bi logoya Heyva Sor destûr nedan tu alîkarî bikeve hundir.  Wê pêvajoyê me logoya xwe rakir. Ji ber me dixwest em alîkariyên xwe bigihînin wir. Me bi vî awayî alîkarî şandin. Me alîkarî şand ji 65 gundên herêma peravê. Me alîkariya sê hezar wesayîtî şand Reqayê. Lê li Siwêdayê  komkujiyan dest pê kir û destûr nedan van alîkariyan.”   Alîkariya piralî   Hediye Abdula di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Piştî komkujiya li Siwêdayê em weke Heyva Sor çûn herêmê. Niha dorpêçek mezin heye. Pirsgirêka xurekan heye. Hewl dan alîkariyên me asteng bikin. Me alîkariyên xwe bi saziyên cuda gihand wir. Alîkariyên me li Siwêdayê hatin belavkirin. Piştre Heyva Sor bi dildarî xebitî. Me ji bo cotkarên Siwêdayê alîkariya av û sotemeniyê kir. Me ji bo xwendekaran alîkariya bûrsê kir. Ji bo nexweşiya pençeşêrê em ketin hewldanan. Em bi navenda Emela re ketin têkiliyê. Em dermanan ji wir peyda dikin. Em xebatên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê astengî dimeşînin. Ji bo fermîbûna saziya me hikûmeta demkî belgeyan nade. Lê çi dibe bila bibe em ê bi gelê xwe re di piştevaniyê de bin.”