‘Rojava testa samimiyetê ye’ 2024-12-19 09:07:34   Memîhan Zeydan-Oznûr Deger   WAN - Siyasetmedar Kubra Akti der barê êrîşên li ser Rojava de axivî û got: “Tehemulê hebûn û pergala Kurdan nakin û êrîş dikin. Divê ev erîş baş bê xwendin. Ger Tirk di daxwaza aştiyê de samîmî bin em dibêjin 'vaye Rojava testa samimiyetê ye'. Destê xwe bixin bin kevir ku em bi hev re ji vê testa samimiyetê derbas bin.”   Êrîşên çeteyên girêdayê Tirkiyeyê  yên li ser gelê Rojava her roj qada xwe berfirehtir dikin. Koma çete ya ku berê bi navê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) dihat nasîn, niha jî di bin navê Artêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO) de komkujî û tundiya li dijî sivîlan didomîne. Li gel biryara agirbestê jî êrîş nayên rawestandin jî gelê ku neçarî koçberiyê dibin li herêmên ewle tên bicihkirin. Nerazîbûnên li dijî êrîşan li gelek deverên cîhanê bi taybet li Kurdistanê berdewam dikin.   Jinên siyasetmedar yên Wanê der barê êrîşan de axivîn.   ‘Divê netewa Kurd bê nasîn   Hevşaredara Elbaqê Şengul Polat da zanîn ku sedema êrîşan statuya ku Kurdan li Rojava bi dest xistiye û wiha got: “Hêzên navneteweyî ger ku dixwazin li Sûriyeyê guherînê bikin divê ewil neteweya Kurd ya li dijî çeteyan têdikoşin nas bike.Divê pêşî li êrîşên li hember Rojava bê girtin. Divê têkoşîna gelê Kurd qebûl bikin. Divê li dijî DAIŞ’ê têkoşînek yekbûyî pêk bê. Bi vê re wê Sûriye demokratîk bibe.”   ‘Parastina Rojava berpirsyariya me hemûyan e’   Hevşaedara Westanê Kubra Akti jî daxuyakirin ku parastina Rojava berpirsyariya hemû gelane û wiha domand: “Rastiya DAIŞ’ê li Rojava li Kobanê li hember gelê Kurd têk çû. Ciwan, dayikên Kurd DAIŞ têk bir. Ji ber vê divê dijî vêpergalê gelê Kurd bê parastin. Divê em hemû xwedî li Rojava derkevin.”   ‘Rojava testa samimiyetê ye’   Kubra Akti wiha dawî lê anî: “Tehemulê hebûn û pergala Kurdan nakin û êrîş dikin. Divê ev erîş baş bê xwendin. Ger Tirk di daxwaza aştiyê de samîmî bin em dibêjin ‘vaye Rojava testa samimiyetê ye’. Destê xwe bixin bin kevir û em bi hev re ji vê testa samimiyetê derbas bin.”   Endama meclîsa şaredariya Elbaqê Seyran Korkmaz jî bi lêv kir ku di êrîşên li hember Rojava de rola Tirkiyeyê mezine û wiha dawî lê anî: “Ev nayê qebûlkirin. êrîşa giran li hember jinane. Jin vê qebûl nakn. Divê em li dijî êrîşên li hember Rojava bin. Divê em xwedî li Rojava derkevin. Em Kurd wê van êrîşan qebûl nekin.”