Ji DBP'ê ji bo rojavayê Kurdistnê kampanya alîkariyê 2024-12-10 13:13:29   AMED - Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray di civîna çapemeniyê ya ku li ser destpêkirina kampanyaya alîkariyê ya ji bo rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya DBP'ê hatiye destpêkirin de axivî û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin kampanyayê.    Ji 27’ê Mijdarê û vir ve êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên Artêşa Millî ya Sûriyeyê SMO) ya li dijî rojavayê Kurdistanê dewam dikin, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi civîneke çapemeniyê li avahiya Rêxistina Bajêr a Amedê dest bi kampanya alîkariyê ya ji bo rojavayê Kurdistanê kir.   'Dest ji zîhniyeta xwe ya ku mafê jiyanê nade gelê Kurd berdin'   Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz ku di serî de di civînê deaxivî, diyar kir ku li her derê cîhanê êrîşî gelê Kurd tê kirin û destnîşan kir ku divê polîtîkaya şer a li ser gelê Kurd di zûtirîn dem de bi dawî bibe û got: "Rêbazên êrîşên dewletên serdest careke din eşkere dibin. Em dixwazin diyar bikin ku dewleta Tirk li ku derê jiyana gelê Kurd, hemwelatî, jin an jî zarok lê be, êrîş pêk aniye. Ji vir em careke din bang li hikûmeta AKP-MHP’ê dikin; dest ji zîhniyeta xwe ya ku mafê jiyanê nade gelê Kurd berdin. Dest ji polîtîkayên xwe yên şer berdin. Dev ji tecrîd û polîtîkayên tecrîdê berdin. Dema ku em li dîmenên ku di medyayê de derdikevin dinêrin, em matmayî dimînin. Dixwazin komkujiyên li ser sivîlan û komkujiyê çeteyên DAIŞ’ê yên li ser birîndaran li nexweşxaneyan ji nû ve zindî bikin.  Ez we hemûyan bi rêzdarî û hezkirin bi hêviya ku hûn alîkarî û hevgirtinê pêş bixin silav dikim,"    Piştgiriya kampanyaya alîkariyê ya ji bo Rojava'   Piştre Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray axivî û banga alîkariyê li hemû kesî kir û got: “Weke hûn jî dizanin li Sûriye û Rojava şerekî giran heye. Zarok, jin, extiyar û nexweşên li wê derê di rewşeke xerab de derketin rê. Ya herî xirab a şer ew e ku mirov mexdûr dibin. Mirovên me yên bê mal û birçî hene. Beriya her tiştî em dixwazin ev şerê qirêj bi dawî bibe. Bila aştî û azadî li Rojhilata Navîn bi ser keve. Erdnîgariya Rojhilata Navîn têra her kesî mezin e. Divê ev şer bê rawestandin. Weke Rêxistina DBP'ê ya Amedê em bang li gelê Amedê dikin; 'Destên xwe bidin ser wicdanê xwe û piştgiriyê bidin kampanya me ya alîkariyê. Bi qasî ku ji destê we tê betanî, cil, erzaq, pêlav û pêdiviyên xwe berhev bikin û radestî avahiyên navçeyên me bikin da ku em xwe bigihînin Rojava. Divê gelên Rojava û Sûriyeyê zanibin ku li vir dilê me bi wan re ye û çi ji destê me bê em ê ji bo wan bikin.' Wek hûn jî dizanin li ser rê gelek nexweş û astengdar hene. Divê gelê me Destê xwe deyne ser ûjdanê xwe û piştgiriyê bide vê kampanyayê. Bila ev şer bi dawî bibe. Werin em niha destê xwe yê alîkariyê dirêjî rojavayê Kurdistanê bikin. Kampanyaya me ji îro ve dest pê kiriye. Gelê Rojava, gelê Sûriyeyê ne bi tenê ye. Weke gelê Kurd em ê destê xwe yê alîkariyê dirêj bikin. Ji îro û şûnde kampanya me dest pê kiriye. Lê kuderê neheqî hebe em ê li wê bin û kesên neheqî li wan tê kirin tenê nehêlin."