‘Em nebin hevkarê vî sûcê mirovahiyê’ 2024-12-08 09:02:59   Elfazî  Toral STENBOL-Ji Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re Fatma Yildirim balkişand ser rewşa girityên nexweş û da zanîn ku girtîgeh veguherîne malên mirinê û wiha domand: “Em nebin hevkarê vî sûcê mirovahiyê. Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve.”   Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafan her diçe giran dibe. Li girîgehan binpêkirinên nebaş, tundî, heqeret û îşkence didome, girtî nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê. Li girtîgehan bi hezaran girtiyên terkî mirinê hatine kirin hene. Tahliyekirina girtiyan bi raporên ATK û Lijneyên Şopandinê tê astengkirin û girtî li girtîgehan jiyan axwe ji dset didin. Di 2024’an de 42 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Li girtîgehan 600 jê giran hezar û 500 girtiyên nexweş hene. Li gorî daneyên wezaretê di navbera 2018 û 2023’an de 2 hezar û 258 girtiyî jiyana xwe ji dest dane. Ji Însiyatîfa Piştevaniya ji bo Girtiyan (TDÎ) Fatma Yildirim, der barê rewşa girtiyan de axivî.   ‘Girtîgeh veguhertine malên mirinê’   Fatma Yildirim diyar kir ku bi salane ji bo mafên girtiyan têdikoşin û ji bo binpêkirinên mafan di rojevê de bihêlin xebatan dimeşînin. Fatma Yildirim wiha dirêjî dayê: “Demên dawî de êrîşên li hember girtiyan zêde bûne. Me binpêkirinên mafan yên girtîgehan bi rayagiştî da bihistin. Di serî de girtiyên nexweş, mafê hemû girtiyên siyasî ji destê wan tên girtin.Ji paşerojê heta îro tundî û binpêkirin zêde bûne. Pirsgirêkên biçûk yên tenduristiyê ji ber nayên dermankirin rê li ber nexweşiyên mezin vedike. Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Nayên tahliyekirin. Înfaza wan tên şewitandin. Girtîgeh veguhertine malên mirinê.”   ‘Şertên girtîgehê nexweşiyan peyda dike’   Fatma Yildirim daxuyakirin ku ew jî bi salan girtî maye û wê jî şertên girtîgehan dîtiye û wiha domand: “Me dixwest em biçin nexweşxanê lê em nedibirin. An jî dema dibirin bi kelepçeyê bi leşkeran re em dibirin. Me ligel wan nikaribûn pirsgirêkê xwe bigotana. Me nikaribû nexweşî bigota û em şûnde dihatin.  Em hemû pirsgirêk bûn. Ji ber vê rewşa girtiyan her diçû giran dibû. Girtiyên nexweşên giran ji ber nayên dermankirin rewşa roj bi roj giran dibe. Şertên girtîgehê bixwe nexweşî çêdikir. Gelek nexweş raporên wan yên ATK’ê hene. Lê tahliyeya wan tê astengkirin.”   ‘2 hezar û 258 girtiyî jiyana xwe ji dest daye’   Fatma Yildirim balkişand ser kesê ku ji girtiyan re pere şandine û bi îdiaya ‘fînansmanî ji rêxistinê re kirine’ ceza girtine û di vê mijarê de jî wiha got: “Malbatek bi awayekî xwezayî dikare ji zarokên xwe re pere bişîne. Lê ev sûc tê dîtin. Ligel vê divê girtiyên nexweş bên tahliyekirin.  Divê civak girtiyan tenê nehêle. Ew girtî ji bo civakê li wir girtîne. Mirinên girtiyan her diçin zêde dibin. Navbera 2018 û 2023’an de 2 hezar û 258 girtiyî jiyana xwe ji dest dane. Ev hejmarek bi xof e. Divê em bidin yek û nebin hevkarî vî sûcî. Dicê civak xwedî li girtiyan derkevin, xwedî linirxên xwe derkevin.  Divê em li dijî vê têkoşîna xwe bimeşînin.”