'Di dewamkirina berxwedanê de em bi israr in' 2024-12-05 10:31:05   Mîdye Miqted   HELEB - Jinên berxwedêr ên taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê dan zanîn ku sîstema şerê gelê şoreşgerî bû sedem ku ew di encama şerê sala 2016'an de bi ser bikevin û gotin îro dîsa ew sîstem tê meşandin.   Şerê ku bi armanca teslîmkirina taxên Helebê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 8'em de berdewam dike. Bi berdewamkirina şerên li ser taxên Helebê yên ku berê di bin kontrola Hikumeta Şamê de bû berxwedana gelê taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê jî didome. Jin, mêr, kal, pîr û ciwan bi her awayî parastina taxa xwe dikin.   'Taxa me bi taxa berxwedanê tê nasîn'   Jina berxwedêr a bi navê Suad Hesen axaftina xwe ji ajansa me re kir û têkildarî berxwedanê wiha got:"Ji destpêka şer a ku li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê hat meşandin ku di sala 2013'an de bû me di hemû pêvajoyên wê de li ber xwe da. Îro jî carek din dîrok xwe dubare dike û şer ji nû dest pê dike lê her tim berxwedan dibe para hemû welatiyên van her du taxan. Îro jî ev taxa me bi taxa berxwedanê tê nasîn."   'Dixwazin derbeyê li berxwedana jinê bixin'   Di berdewamkirina axaftina xwe de Suadê wiha qala êrîşên li ser kantona Efrîn-Şehbayê kir û wiha got:"Ev êrîşên ku ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hat destpêkirin tenê di taxên Helebê de sînordar nema. Bi dijwarî êriş li kantona Efrîn-Şehbayê hat kirin û ji ber giraniya êrîşan welatiyên Efrînê ku niştecihî kantona Şehbayê bibûn û 7 sal li hêviya vegera Efrînê bûn carek din koçber bûn û berê xwe dan rojhilatê Firatê. Jinên kantona Efrîn-Şehba û hêzên jin ku parastina welatiyan dikin hatin hedefgirtin.Tundî li wan hat kirin. Xwestin bi vî rengî derbeyê li berxwedana jinan bixin."   'Di dewamkirina berxwedanê de bi israr in'   Di dawiya axaftina xwe de Suadê wiha bi bîr anî ku ew ê dev ji berxwedana xwe bernedin û got:"Ev çeteyên ku êrîşê bi ser berxwedana jinê de didin meşandin dixwazin derbeyê li berxwedana me bidin ku em taxa xwe neparêzin lê wê ev yek pêk neyê. Ji ber ku em hemû jinên taxê di dewamkirina berxwedana xwe de bi israr in. Çi ji me bê xwestin em ê bikin ji ber ku ev peywira me ye ku em  taxa xwe biparêzin. Îro ev çete êrîşî vîna jinan dikin lê vîna jinan nakeve. Armanca me ya yekem û dawî parastina taxa me ye."   'Hêzên hukumeta Şamê li berxwe nedan'   Di heman demê de Elîsar Can jî da zanîn ew tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin û wiha pê de çû:"Tevî dewamkirina êrîşên li ser Helebê jî berxwedana me di hundir taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam dike. Aramî di nava taxên me de heye, taxên bajarê Helebê yên ku berê di bin kontrola hikumeta Şamê de bûn di leztirîn demê de ket bin kontrola çeteyên girêdayî dewleta Tirk. Sedema vê yekê jî ew e ku hêzên hikumeta Şamê li ber xwe nedan. Lê belê şêniyên taxa me ev 8 roj in li berxwe didin."   Têkoşîna me didome   Di dawiya axaftina xwe de Elîsar Can wiha da zanîn ku ew ê dest ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedin terkandin û gotin ew ê parêzvanê taxa xwe bin.   'Bi şerê gelê şoreşgerî em bi ser dikevin'   Di dawiyê de Emîne Ehmed jî nêrîna xwe bi me re parve kir û wiha got:"Îro em bi berxwedana xwe li tenişta şervanên parastina Şêxmeqsûdê disekinin û ji hemû aliyan ve çi ji me tê xwestin em dikin. Di sala 2016'an de dîsa şer bi ser taxa me de hat lê belê bi saya sîstema şerê gelê şoreşgerî ev taxa me bi ser ket. Îro jî her çiqas şerê giran bi ser me de bê em ê dest ji berxwedan û têkoşîna xwe bernedin."