DEDAŞ'ê li gel leşkeran serdegirtin pêk anî 2024-08-22 13:05:31     MÊRDÎN - Li Mêrdînê tîmên DEDAŞ’ê ligel leşkeran bi ser bajarokê Ewîna de girtin. Bi gaza îsotê êrişî welatiyên ku bertek nîşan dan hate kirin. Gengeşiya li bajarokê berdewam dike.    Tîmên Şîrketa Belavkariya Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), di saetên serê sibê de bi wesayîtên zirxî yên leşkerî re bi ser bajaroka Ewîna ya navçeya Stewr a Mêrdînê de girtin. Tîmên ku bi sedan leşkeran re çûn bajarokê, xwestin ku saetên ceyranê veguhêzin derveyî xaniyan lê welatiyan ji bo ketina tîmên DEDAŞ’ê û cendermeyan asteng bikin rê girtin. Li ser vê yekê di navbera şêniyên bajarokê û leşkeran de nîqaş derket. Dû re cendermeyan bi gaza îsotê û ava şid a ji TOMA’yan avêtin êrişî welatiyan kirin.    Di dema êrişê de gelek welatî ji gazê bi bandor bûn û piştî welatiyan bersiv da li bajarokê gengeşî çêbû. Bendemayîna cenderme û tîmên DEDAŞ’ê li bajarokê berdewam dike û bertekên şêniyên bajarokê jî didomin.