‘Em zirxa heqîqetê ya Apê Mûsa hil didin û soza têkoşînê didin’ 2024-08-22 09:05:26     Elfazî Toral   STENBOL - Rojnameya Yenî Yaşamê îsal 31’emîn Xeletên Rojnamegeriya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad pêk tîne. Salîha Aras da zanîn ku îsal eleqe ji bo xelatên Apê Mûsa zêde ye û got: “Ez bang li hemû kesî dikim ku di 22’ê îlonê de her kes bi me re bikeve piştevaniyê û şehîdên çapemeniya azad bi bîr bînin. Soza xwedîderketina li mîrateya Nûjiyan Erhan, Gubetellî Ersoz û Apê Mûsa bidin.”   Rojnameya Yenî Yaşamê îsal 31’emîn Xeletên Rojnamegeriya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê pêk tîne.  Ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniya Azad serlêdanan di 18’ê hezîranê de destpê kiribûn. Pêşbirk ji beşên ‘Nûçeyên kurdî’, ‘Nûçeyên Tirkî’, ‘Nûçeyên Vîdeo’, ‘Wêne’, ‘Karîkatur’ û ji bo bîranîna Gurbetelî Ersoz ‘Nûçeyagîhaniya’jinê wê pêk bên. Dîroka dawî ya serlêdanê 10’e îlonê de ye û aşkerakirina berheman jî wê 18’ê îlonê de be. Di 22’ê îlonê de jî wê bi merasîmekê xelatan bidin xwediyên wan.    Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Salîha Aras, der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî.   Salîhayê da zanîn ku Mûsa Anater ji bo çapemeniya azad û civakê şexsiyetek girîng e û heman demê de ji bo mafên gelên bindest têkoşîn meşandiye. Salîhayê wiha dirêjî dayê: “Apê Mûsa êşên gelê Kurd bi cihanê daye bihîstin. Em wek Rojnameya Yenî Yaşamê kevneşopiya Çapemeniya Azad her sal didomînin û îsal jî em ê 31’emîn Xeletên Rojnamegeriya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad pêk bînin. Serlêdanan 18’ê hezîranê de destpê kir. Eleqe pir mezin e. Serlêdane ne tenê ji Tirkiye û Kurdistanê ji her derê cîhanê tê kirin. Dikarin ji kategoriyên aborî, civakî, perwerde û hunerê jî serlêdanê bikin. Şeva xelatê wê 22’ê îlonê de li Navenda Çanda Bajar a Cemîl Candaş pêk bê. Em hemû kesî vedixwînin şeva xwe.”   ‘Em heqîqetê digihînin civakê’   Salîhayê balkişand ser rola Çapemeniya Azad a bi her cureyê zextan re tê rû hev û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê ji sedî 90 çapemenî destê destilatdariyê de ye. Ev çapemenî jî civakê bêdeng dike. Ji sedî 10’ê çapmeniyê jî ya muxalîf û ya azad yanî çapemeniya Kurd e. Ev jî di hedefa desthilatdariyê de ye. Em di bin hemû zextan de nûçeyên ji bo heqîqetê çêdikin. Em hewl didin heqîqetê bigihînin civakê.”   Rola çapemeniya azad   Salîhayê destnîşan kir ku çapemeniya azad dengê civakê ye û parçeyeke gelê ku di civakê de têkoşînê dide ye. Salîhayê wiha  berdewam kir: “Îro em dinêrin tehemulî govenda Kurdan jî nakin. Em van zextên li ser Kurdan deşîfre dikin û bi rayagiştî ya cîhanê re parve dikin. Em bi her cureyê zextan re tên rû hev. Lê wek xebatkarên çapemeniya azad natirsin. Em têkoşîna xwe dimeşînin. Her ku çapemeniya azad bibe dengê gel wê ewqas bi heqîqetê re bibe yek.”   Salîhayê di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Em hemû hevalên xwe yên di kevneşopiya çapemeniya azad de cih digirin di 22’ê îlonê de vedixwînin Navenda Çanda Bajar a Cemîl Candaş. Em doza heqîqetê dubare dikin. Werin em bi hev re xelatan bidin xwediyê wan. Em şehîdên çapemeniyê bibîr bînin û xwedî li wênekêşên wan, li mîrateya wan  derkevin.”    Navnîşanên ku berhem bên şandin wiha ne:    e-posta: apemusaozgurbasin@gmail.com   Telefon: 0 212 252 83 99 Fax: 0 212 252 83 90   Navnîşan: Şehit Muhtar Mahallesi Bekâr Sokak No: 7/3 Beyoglu/Stebol