Binpêkirinên li Colemêrgê, salên 90’î bi bîr dixe 2024-08-22 09:04:37     Rabîa Onver   COLEMÊRG - Rêvebera ÎHD’a Colemêrgê Pinar Yilmaz da zanîn ku li Colemêrgê pêkanînên OHAL’ê didomin û got: “Li Geverê 6 ciwanan bi hinceta GBT heye tên binçavkirin û dibin binçavan de îşkenceyê lê dikin û li ser riya Şemzînanê tên berdan. Ev pêkanînên salên 90’î tînin bîra mirovan.”   Li Colemêrg û navçeyê wê piştî  hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmeha 2016’an şûnde OHAL ya xistin dewrê bi awayekî fîîlî didome. Li Geverê di 2016’an de Rêveberiya Xweser hat îlankirin û di ser berxwedanê de 8 sal der bas bû. Di van 8 salan de gelek binpêkirinên mafan û pêkanînên nebaş derketin holê. Li navenda Geverê Girê Şahîn hat girtin û qerekol lê hat çêkirin. Li Şemzînanê piştî rêveberiyên xweser nokteyên kontrolê hatin zêdekirin. Her wiha gelek nokteyên din ên kontrolê li her derê Colemêrg û  navçeyên wê hatin çêkirin.   Li Colemêrgê binpêkirinên mafan didomin. Roj bi roj yên nû lê zêde dibin. Herî dawî 6 ciwan bi şev hatin binçavkirin, îşkence lê hatin kirin û tazî li derveyê bajar danîn.   Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê Pinar Yilmaz der barê binpêkirinên mafan de axivî.   Tiştên li Geverê qewimîn salên 90’î bi bîr xist   Pinarê da zanîn ku li Colemêrg û navçeyên wê OHAL didome û got binpêkirinên mafan ên 8 sal in dibînin salên 90’î bi bîr dixe. Pinarê wiha dirêjî dayê: “Em hîna di çalakiyên şemiyê de li kiryarnediyaran digerin. Bi dehan kesên hîna cenazeyê wan nehatine dîtin hene. Li Geverê 6 ciwanan bi hinceta GBT heye tên binçavkirin û dibin binçavan de îşkenceyê lê dikin û li ser riya Şemzînanê tên berdan. Ev pêkanînên salên 90’î tînin bîra mirovan. Agahiyê nadin malbatan. Malbat diçin emniyetê û dibêjin binçavkirin tune ye. Agahiya walî û midûrê Emniyetê tune ye. Lê kesên ew girtine di dîmenên çapemeniya civakî de diyar in. Me bi eşkera wesayît û çekên wan dîtin.”   ‘Divê çareseriyek bê afirandin’   Pinarê daxuyand ku mirov heta ji navçeyekê diçin navçeya din bi dehan carî li nokteyên kontrolê tên sekinandin û got: “Zext û îşkeceya tê kirin qedera vê erdnîgariyê ye. Jiyana li vê erdnîgariyê tê wateya dîtina îşkenceyê. Mixabin ev nîşaneya ku li Tirkiyeyê demokrasî tune ye. Ez psîkolojiya wan ciwanan fêm dikin. Ji ber vê kezeba min dişewite. Ji ber di 99’an de ez jî ji aliyê Torosan ve hatim revandin. Bi rojan îşkence li min hat kirin. Piştre gotin miriye û ez avêtim çopê. Ev siyaseta qirêj a vê derê derdixe holê. Pirsa gelo em vedigerin salên 90’î tê hişê mirovan.”    ‘Divê OHAL bê rakirin’   Pinarê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em parêzvanên maf êdî van binpêkirinên maf qebûl nakin. Her roj binpêkirinên mafan derdikevin holê. Ciwan a li sînor tên qetilkirin an jî dibêjin kaçaxvan e û dikujin. Ciwan tên binçavkirin. Dibêjin îfadeya te heye di bin binçavan de îşkenceyê li wan dikin. Ev polîtîkayek dijminwarî ye. Banga me ev e ku ev pêkanîn rabin. Ev OHAL rabe û ev ciwan azad bin.”