Li dijî şerê taybet paradîgmaya azadiya jinê 2024-08-22 09:03:40   Gulîstan Gulmuş   ŞINREX - Meclîsa Jinan a DBP û TJA’yê li dijî polîtîkayên şerê taybet atoleyeyan li dar dixin. Endama Meclîsa jinan a DBP’ê Guvercîn Aras der barê atolyeyan de axivî û diyar kir ku jin tiştên ku dijîn li atolyeyan parve dikin. Guvercînê daxuyakirin ku ji bo çareseriyê divê paradîgma azadiya jinê bikeve jiyanê.   Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî polîtîkayên şer di çarçoveya têkoşînê de atolye dan destpêkirin. Atolye li bajarên Kurdistanê didomin. Li dijî pêkanînên wekî destdirêjî, fuhuş, hişbir ên şerê taybet li taxan atolye pêk tên. Yek ji bajarên ku atolye lê pêk tê Şirnex e. Endama Meclîsa Jinan a DBP’ê Guvercîn Aras der barê mijarê de axivî.   ‘Em tên nokteyeke erênî, ya encamê digire’   Guvercînê da zanîn ku yek ji bajarê ku herî zêde polîtîkayên şer lê pêk tê Şirnex e û bi tabyet polîtîkayên şer li herêma Botanê tên dîtin. Guvercînê wiha dirêjî dayê: “Bi destê dewletê li dijî xweza û jinê polîtîkayên dijminahiyê tên meşandin. Ji ser jin û ciwanan polîtîkayên şerê taybet tê meşandin. Ev wek konsepteke li Botanê hatiye bicihkirin. Jin, zarok û xweza pir bi bandor dibin. Em tax bi tax dixebitin. Em bi jinan re tên gel hev û kampanya didin destpêkirin. Em encamên girîng û erênî digirin. Jin eleqeyek mezin nîşan didin. Divê em xebatên xwe bidomînin û polîtîkayên şer parçe bikin.”   ‘Jin tiştên dijîn vedibêjin’   Guvercînê di daxaftina xwe de diyar kir ku daxwaz heye ku hevdîtinên jinan hîn zêdetir pêk bên û der barê vê daxwazê de jî plansaziyan dikin. Guvercînê nirxandina xwe wiha domand: “ Di hevdîtinên tên kirin de jin tiştên ku dijîn parve dikin. Hefteyên borî du jin hatibûn taxê. Gotin ‘xwezî we berê ev tişt ji me re bigotina’. Her du jin bi çawîşên pispor re zewicîne. Yek salekê zewicandî maye ya din 6 mehan. Piştre dest jê berdane. Ev polîtîkayek şerê taybet e.”   ‘Em ê kampanyayê bidomînin’   Guvercînê di dawiya axaftina xwe de ev nêrîn anî ziman: “Hedefa me ev e ku em bi hişmendiya azadiya jinê destê xwe bidin hemû jinan. Em bi hev re watedar in. Divê em paradîmga azadiya jinê bikin jiyanê. Divê têkoşîna jinê li her derê be.  Em ê kampanyaya xwe heta dawî bidomînin. Em ê dest bidin hemû jinan. Em ê xebatan li hemû taxan bi jinan re bimeşînin.”