'Divê hemû kes pirtûkên Rêbertî bixwînin û nas bikin' 2024-08-13 09:06:34     Mîdye Miqted   ŞEHBA - Jinên tevli çalakiya xwendina pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn da zanîn ku fikir û ramanên Abdullah Ocalan ji bo li her derê belav bibe çalakiyên bi vî rengî gelekî girîng in û gotin:"Divê hemû kes pirtûkên Rêbertî bixwînin û nas bikin."   Li kantona Efrîn-Şehba ev cara duyem e ku bi kombûna hejmarek mezin bi çarçoveya hemleya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" gelek welatî pirtukên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tên xwendin. Vê carê jî bi tevlibûna gelek kesî çalakiya xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan hat lidarxistin. Ev çalakî li parka 4'ê Avrêlê ya girêdayî navçeya Ehdasê hat orgenîzkirin. Ji pirtûkên Abdullah Ocalan parêznameya 5 bi zimanê kurdî û Erebî hat xwendin. Jinên tevli çalakiya xwendina pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn eşkere kirin ku ew bi riya xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan armanc dikin ku felsefeya wî hem belav bikin hem jî bi riya wê rêxistinbûyina xwe xur tir bikin.   'Ji bo Rêbertî em di çalakiyan li dar dixin'   Gulê Cafer da zanîn ji bo tecrîd rabe ew ê her tim xebatên xwe bidomînin û wiha got:"Em jî bi têkoşîn û xebata xwe bi çalakiyên xwe tevlî pêngava 'ji Abdullah Ocalan re azadî ji  pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî' bûne. Jixwe ev pêngav jî ji salekê de li gelek cihên cîhanê hat lidarxistin. Li kêleka wê û di bin navê vê hemleyê de gelek kes dengê xwe bilind dikin û ji bo azadiya Rêbertî di nava çalakiyan de ne."   '3 sal in û tu agahî ji Rêberê me nayê girtin'   Têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Gulê  wiha pê de çû:" 26 sal in ku Rêberê me di nava girava Îmraliyê de hatiye girtin her wiha sê sal in tu agahî jê nayê girtin. Em jî weke gelê Efrînê bi tundî vê tecrîda girankirî ya ku  li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin şermezar dikin. Her wiha bi riya lidarxistin çalaiyên xwe em nerazîbûnên xwe didin nîşandan."   'Rêxistinbûyina me li ser esasê fikir û felsefeya Rêbertî ye'   Derbarê çalakiya ku hatiye lidarxistin de Gulê da zanîn divê çalakiyên bi vî rengî her tim bên lidarxistin û wiha got:"Ev cara duyem e ku  em li kantona Şehbayê bi tevlîbûna hejmarek mezin ji xebatkar û gel pirtûkên Rêbertî dixwînin. Armanca me ji xwendina van pirtûkan ew e ku em dengê xwe bighînin raya giştî. Bi taybet ev dewletên qomploger Rêberê me xistin nava tecrîdek girankirî. Li dijî vê tecîdê van çalakiyana girîng in. Bi riya vê fikir û felsefeyê hem em têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî dikin, hem jî em xwe li gorî wê bi rêxistin dikin. Rêxistinbûyina me li ser esasê fikir û felsefeya Rêbertî ye."   'Em ê bi ramanên Rêbertî şoreşa zihnî ava bikin'   Di dawiya axaftina xwe de Gulê diyar kir ku felsefeya Abdullah Ocalan ne tenê bandorê li ser Gelê Kurd dike her wiha bandora xwe li ser gelek netew û pêkhate dike :"Fikir û felsefeya Rêbertî li cîhanê îro belav bûye lê belê ne tenê ji bo gelê kurd her wiha ji bo hemû gelê bindest e û tevahî pêkhate û netew cihê xwe di vê projeyê de digirin. Her ku ev fikir û felsefe li cîhanê belav bibe ewqas wê bibe nimûne. Ji bo tevahî Rojhilata Navîn ev felsefe girîng e û heya ku pirsgirêka gelê kurd çareser nebe wê pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser nebe lewma divê em di fikir û felsefeya Rêbertî de bêhtir xwe xurt bikin û şoreşa zihnî ava bikin."   'Zanebûyina me bi saya xwendina pirtûkên Rêbertî bû'   Di heman demê de Hejer Hesen jî derbarê tevlîbûna wê ya vê çalakiyê axivî û wiha got:"Em jî bi çalakiyên xwe tevlî hemleya ji Rêber Apo re azadî, bûne. Bi riya xwendina pirtûkên Rêbertî me xwe perwerde kir û asta zanebûyina xwe pêş xist. Me xwe nas kir û bi vê felsefeyê re me xwe li cîhanê îsbat kir. Îro sedema vî şer û aloziyên ku heya roja me ya îro li cîhanê rûdaye ji ber zihniyeta mêr e. Çareseriya van aloziyan jî wê bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gengaz bibe."   'Divê jin herî zêde para xwe ji vê felsefeyê bigire'   Di berdewamiya axaftina xwe de Hejer da zanîn  ku yê herî sereke divê cihê xwe di vên felsefeyê de bigire jin e û wiha axaftina xwe domand:"Ji ber ku jin di hemû  welat û netewan de her tundiyê dibînin û zihniyeta serwer a mêr tade lê kiriye lewma ya herî zêde divê para xwe ji fikir û fesefeya Rêbertî bigire jin e. Divê jin ne tenê kar û barê malê hilde ser milê xwe, divê jin di her qadê de çalak bin."   'Divê hemû kes pirtûkên Rêbertî bixwînin û nas bikin'   Di dawiya axaftina xwe de Hejer da zanîn divê em bi xwe xwedî li xwe derkevin û wihagot:"Îro cîhanê tev de çavê xwe ji me kurdan re girtiye lewma divê em bi xe xwedî li xwe û li fikir û felsefeya Rêberê xwe derkevin. Divê em xwe bispêrin fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ji bo vê yekê banga me ya yekem û ya dawî ew e ku hemû kes pirtûkên Rêbertî bixwînin, nas bikin û di piratîkê de pêk bînin."