'Tekane daxwaza me bi dawî kirina tecrîdê ye' 2024-08-11 09:03:20     Rabîa Onver   COLEMÊRG - Necla Atak 8 sal in girtiye û dayika wê Emîne Atak bal kişand ser şert û mercên girtiyan û got: "Tecrîda li hemberî Rêberê me û girtiyên me her ku diçe giran dibe. Lê belê heta ku parêzer û malbat bi Rêberê me re hevdîtinê neke dê çareserî jî pêk neyê."    41 meh in ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin û ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha jî parêzer nikarin hevdîtinê pêk bînin. Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin niha belavî tevahiya girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bûye. Her roja ku derbas dibe jî mafê girtiyan tê îhlalkirin û mafê herî bingehîn, tenduristî û jiyanê nikarin sûdê bigirin. Her wiha êrişê girtiyên ku li dijî binpêkirinan derdikevin dikin.    Yek jî wan girtiyan Necla Atak e. Necla 8 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Kandira Kocaeliyê ye. Dayika Neclayê Emîne Atak ji ajansa me re axivî û bal kişand ser rewşa girtiyan û tecrîda ku li girtîgehan tê meşandin.    'Dema mijar dibe girtî her kes bêdeng e'   Emîne, diyar kir ku bi salane di serî de li Îmraliyê û tevahiya girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê tecrîdeke giran heye û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Zarokên me li dijî tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û 4 mehan çalakiya xwe berdewam kirin. Dû re jî derneketin hevdîtinan. 4 mehan kesek nezanî ka em çi dijîn, pirsa me nekirin. Dema mijar dibe girtî her kes bêdeng dibe. Bi salane em ji Rêberê xwe agahî nagirin. Ne bi rêya telefonê û ne jî parêzer diçin hevdîtinê. Çima wisa dikin? Dema tecrîd li hemberî Rêberê me hebe, li hemberî Gelê Kurd jî heye. Heta tecrîd bi dawî nebe dê berxwedana li girtîgehan bidome. Piştî çalakiya greva birçîbûnê ya 4 mehan û çalakiya boykotê bêtir li hemberî girtiyan zext zêde bûn."   Zext û îşkenceya li hemberî girtiyan   Emîne, wiha bal kişand ser îşkence û zextên li girtîgehan pêk tê: "Em wek malbatên girtiyan dixwazin zext û îşkenceya li hemberî girtiyan bê bidawîkirin. Li girtîgehan dayîna xwarinê hatiye kêmkirin, dest datînin ser pereyên ku em ji bo zarokên xwe dişînin, cil û bergên ku em dişînin nadin, radyo, pirtûk û hwd nayê dayîn. Divê li ji bo girtiyan em bibin yek û çalakiyan li dar bixin. Pêwiste em ji bo Rêberê xwe û girtiyên xwe rabin ser piyan. Êdî her kes wekî kor, ker û lal tevdigere. Ev rewş dê heta kengê bidome? Dê tecrîd heta kengê bidome? Heke em kurd li dijî tecrîdê bibin yek kesek nikare li hemberî me raweste. Heta ku Rêberê me bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtin pêk neyne çareserî pêk nayê."    Agahiyê nadin malbatan    Emîneyê di axaftina xwe de behsa helwesta îdareya girtîgehê kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dema girtî nexweş dikevin an jî tiştek cuda pêk tê îdareya girtîgehê agahî nade malbatan. Dema girtî bi telefonê diaxifin malbat pê dihesin û mafê telefonê jî 10 deqîqeye. Heke tiştek bê serê zarokên me piştî 10 roj şûnde agahiya me pê çêdibe. Zilma ku dewlet dike li tu derê nîne. Hem zilmê li me dike û hem jî zilmê li girtiyan dike. Zarokên me dişînin girtîgehên herî dûr. Ji bo ku em neçin hevdîtinan. Em daxwaznameyan didin lê her tim bê bersiv tên hiştin. Gelo ev zilm nîne çi ye? Belê em 10 deqîqeyan bi girtiyên xwe re diaxifin lê belê deng baş nayê her tim qut dibe. Hem girtiyan û hem jî malbatan mexdûr dikin."    'Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe'   Emîne wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bang li hemû kurdan dikim ku bila rabin ser piyan. Çi ji destê wan tê bila bikin. Me her tim daxwaza aştiyê kir û me daxwaza efuyeke giştî girt. Tenê daxwazek me heye, em dixwazin tecrîd bê bidawîkirin."