'Di pêvajoya hilbijartinê de afîşên min çirandin, lê ez têkoşiyam' 2024-08-10 09:02:35   Şehriban Aslan   AMED - Keyaya taxa Şehîtlîkê Sadiye Sebat Korkutan diyar kir ku di dema hilbijartina keyatiyê de li hemberî 9 dijberên xwe yên mêr têkoşîneke dijwar daye. Sadiye destnîşan kir ku mêrên dijberên wê timî afîşên wê çirandine, lê tevî vê yekê jî dev ji têkoşîna xwe bernedaye û di hilbijartinê de bi ser ketiye.   Dema ku li Kurdistan û Tirkiyeyê behsa keyayan tê kirin yekem car mêr tê bîra mirovan, di hilbijartinên herêmî yên salên dawî de jinan karîbûn vê ferasetê biguherînin. Serokên jin ên ku me berê pê re hevdîtin kir jî diyar kirin ku keyatî karê mêraniyê ye û wan qet nefikirîne ku bibin keya. Lê jinan destnîşan kirin ku bi demê re jin jî dikarin bigihêjin vî karî û heta bawer kirin ku dikarin bi awayekî herî baş vî karî bikin. Mînaka vê ya herî mezin Sadiye Sebat Korkutan e ku keyaya Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîra Amedê ye. Sadiye diyar kir ku dema ji bo keyatiyê namzed bû 9 dijberên wê yên mêr hebûn û her cure astengî jê re çêkirin.   Sadiye diyar kir ku çima biryara wê bibe keya daye û zehmetiyên ku di dema hilbijartina keyatiyê de dîtine, anî ziman.   'Min têkoşîn kir'   Sadiye, anî ziman ku di heyama berê de namzeta keyatiyê bû, bi 20 dengan winda kir. Sadiye bi lêv kir ku di dema namzetiyê de gelek zehmetî dîtine û wiha got: “Min gelek zehmetî dîtin, lê min derbas kir. Ez kesek wiha me ku ji dijwariyan hez dikim. Ez hez dikim bi karên dijwar re têkoşîn bikim û bi ser bixim. Ger hûn ji min bipirsin fikra min a keyatiyê ji ku hat; Ez li vê taxê ji dayik bûm û mezin bûm û min baş dizanibû ku li vê taxê çi kêm e û çi hewce ye. Min xwest ez bi jinên taxa xwe re di nava têkiliyê de bim, min xwest pirsgirêkên wan çareser bikim. Ji ber vê yekê min biryar da ku bibim keya."   'Piştgiriya jinan gelek bû'   Sadiye, diyar kir ku di fikra wê ya keyatiyê de malbata wê piştgiriyeke mezin daye wê û wiha got: “Kesên ku piştgirî dan, hinekan bi erênî û hinekan jî neyînî dîtin. Malbata min piştgiriyeke mezin da min. Lê hin kesan ji min re gotin ez li malê bimînim û li zarokên xwe xwedî derkevin. Û min ji wan re digot, ger jinek karibe debara malê bike, li zarokan binêre, karê derve bi rê ve bibe, bi hêsanî dikare bibe keya. Bi dîtina min jin serkêşên herî baş û bedew in. Jinên taxa min di vê rêyê de, di vê biryarê de gelek piştgirî dan min. Di dema hilbijartinê de ez zêde neçûm esnafan, ez çûm ber deriyê jinan, bi wan re axivîm û min deng xwest. Wan jî piştgirî dan min."   'Wan astengî çêkirin, lê ez bi ser ketim'   Sadiye da zanîn ku di hilbijartinê de bi 9 namzetên mêr re ketiye nava pêşbirkekê û diyar kir ku ew yekane namzeta jin e. Sadiye bi lêv kir ku di dema hilbijartinê de ji ber namzetên mêr zehmetiyên mezin kişandin û wiha got: “Di dema xebatên hilbijartinê de afîşên min dihatin çirandin. An jî afîşên xwe li ser afîşên min daliqandin. Bêyî ku westiyam min her tim afîşên xwe nû dikir û daliqand. Wan hewl dan pêşî li min bigirin, lê ez bi ser ketim."   'Di avahiyên ku hatine terikandin de tiryak dihat bikaranîn'   Sadiye, anî ziman ku taxa Şehîtlîkê nêzî 80 hezar serjimara wê ye, lê di heman demê de ji aliyê aborî ve bêîmkaniyek heye û wiha got: “Ji her malbatê herî kêm 4 zarok li dibistanê dixwînin. Nabe ku meriv ji bo her malbatê ji hev cihê alavên kirtasiyeyê bikirin. Li taxê gelek pirsgirêkên aborî hene. Dîsa li taxê ji ber erdhejê gelek avahiyên terkkirî hene. Ciwanan di van avahiyan de tiryakê bi kar dianîn. Min ji bo hilweşandina wê serî li cihên pêwîst da û daxwazname pêşkêş kir. Min 3 meh hewl da û hat pejirandin û 4 avahî hatin hilweşandin, 3 jî man. Hat gotin ku dê di demên pêş de ev bên çareserkirin. Pirsgirêkên derman û rêyan jî hene. Ev pirsgirêk bi salan e nehatine çareserkirin û tiştek nehatiye kirin. Em ê vana gav bi gav çareser bikin."   'Em dixwazin jin bi keda destan rabin ser piyan'   Sadiye bal kişand ser daxwazên jinan û wiha got: “Jin dibêjin hevjînên wan pere nedin wan û ji ber vê yekê nikarin derkevin derve, biçin şahî û seyranê. Wan diyar kir ku qadên wan ên civakîbûnê tune ne. Min jî du caran jin birin seyranê. Helbet ez bi vê têr nabim, ez bawer dikim ku di demên pêş de ez ê ji bo jinan tiştên çêtir bikim. Me bi şaredariyê re hevdîtin pêk anî û me daxwaza atolyeyek li ser hunerên destan ên jinan kir. Em dixwazin jin bi keda destan rabin ser piyan."   Şêniyên taxê timî serdana keyatiyê dikin   Sadiya da zanîn şêniyên taxê tim tên serdana wê û wiha pê de çû:"Li gel van hemûyan, dema ku ez hatim û min cihê keyatiyê dît, ez gelek matmayî mam. Tiştek di hundurê nivîsgeha keyatiyê de tune bû. Mase, kompîtur û kursî tune bû. Min her tişt bi derfetên xwe kir.  Xelkê taxê tim tên serdana min. Li ser derd, pirsgirêk û daxwazên xwe diaxivin."   Ji DEPSAŞ'ê çareserî nîne   Di dawiyê de Sadiye anî ziman ku pirsgirêka herî mezin a taxê DEPSAŞ e û wiha got: “Li taxê lampeyên ronîkirinê tune ne. Ji dema ku ez bûm serok, min tim telefon dikir, dipirsim, giliyê xwe tomar dikim, lê nayê kirin. Lampeyên pêxistinê ne tenê li Bîrdariya Şehîdan li gelek deverên bajêr jî naxebitin. Ev mijareke ku hema hema hemû keya gazinan jê dikin, lê DEPSAŞ çareseriyê pêk nayne."