'Bila hesab ji kesên komkujî kirin bê pirsîn' 2024-08-04 09:05:07     Mîdye Miqted   HELEB - Mala Êzdiyên Helebê bi dirûşmeya " Di salvegera 10'emîn a komkujiya Şengalê de em xwedî biryar in di pêkanîna neteweya demokratîk de"panêl li dar xist û komkujiya 3'yê Tebaxê bi bîr anîn. Jinên tevli panelê bûn nêrînên xwe anîn ziman û daxwaz kirin ku hesab ji sûcdaran bê pirsîn.   Di 2'yê Tebaxa 2014'an çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kirin. Komkujiyê destpêkir. Gel ji ber êrîşan xwe spartin çiyayê Şengalê. Gelek kesên, bi giranî zarok û yên temen mezin ku vê ji komkujiyê xilas bûn jî li çiya ji tîna û birçîbûna jiyana xwe ji dest dan.   Herêma Şengal herçiqas bi statu bi Baxdatê ve girêdayî be jî di warê leşkerî ve bi Pêşmergeyan ve dihat parastin. Lê ev hêz jî dema talukeya DAÎŞ’ê nêz bû vekişiyan û gelên herêmê bi sere xwe man.   Şengal hatibû dagirkirin komkujiyê despêkiribû. Yên ji komkujiyê xelas bibûn li çiyayan li benda ewlekariyê bûn. Ji van deveran qêrîn û hawar bilind dibû.Bi hezaran jin û zarok, di dema komkujiyê de hatin kuştin revandin,tecawîzkirin û li bazaran hatin firotan û heya roja me ya îro jî bi sedan di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ne.   Civaka êzidî bi 74 fermanan rû bir û ma   Ji aliyê xwe ve ji Rêveberiya Mala Êzdiyên Helebê Roşîn Muse derbarê komkujiyê de axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha pê de çû:"Roja ku komkujî tê de pêk hat ji bo me rojek pir reş û bi êş e ji ber ku komkujiyek pir mezin û qirêj derheqê civaka me  Êzidîyan li hemberî çavên hemû cîhanî pêk hat  ev jî ji aliyê terora herî xeternak li ser cîhanê a bi navê DAÎŞ tên naskirin êrîş pêk hat. 74 ferman derheqê civaka me  Êizidiyan pêk hat di encama vê êrîşê de bi hezaran welatiyên Êzidî bûn qurban lê belê fermana herî dawî derheqê êzdiyên ku di bajarê Efrînê de bû ku ew jî rastî tundî û êrîşan hatin bi taybet piştî dagir kirina bajarê Efrînê di adara 2018`an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker careke din zilm dîtin."   Civaka Êzidî xwe parastin   Di berdewamiya axaftina xwe de Roşînê qala encamên ku ji komkujiyê derketine kir û wiha got:"Di encama pêkanîna van komkujî û fermana civaka Êzidî pê rû bi rû ma de welatiyên Êzidî rastî hemû cureyên kiryar û îşkenceyan hatin yek ji wan ferzkirina ola Îslamî ya li ser wan bû. Her wiha kuştin, revandin, tecawîz kirin û firotina jinan a di bazaran nayê jibîrkirin lewma dema ku niha em behsa civaka û ola Êzidî dikin em behsa ola Êzidiyan dikin hemû cureyên qirkirina civakî tê bîra mirov û me her tim xwe parast. Her wiha ev parastin jî bi saya ked, têkoşîn û berxwedana pakrewanên me yên nemir in."   Rêxistinbûyina jinên Êzidî   Di axaftina xwe ya ber bi dawî yê de Roşînê got: “Komkuji û fermanên ku bi serê me hatin xeta îxanetê da pêş em vê îxanetê napejirînin. Herî zêde yên ku destê xwe di van ferman û komkujiyan de hene pêşmerge û Îraq bû ne. Bi rola xwe ya parastina xaka Şengal ranebûn lê bi carek em vê îxanetê ji bîr nakin û em weke jinên êzdî xwebirêxistin kirina li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan em bûn bersiv û tolhilgira li hemberî çeteyan."   Dîroka fermana dîroka tolhildan û tekoşînê ye   Di dawiya axaftina xwe de Roşîn spasiya xwe ji hemû şervanên ku şer kirin û xwedî li civaka Êzidî derketin şand û got:"Em sapasiya şervanên xwe dikin yên ku bersiva çeteyên DAÎŞ’ê dan. Em ê dîroka van fermana ji xwe re bikin dîroka tolhildan û têkoşînê."   Divê hesab ji sûcdara bê xwestin   Li kêleka wê jî  Endama Yekîtîya Jinên Ezidî Sozdar Cuma jî axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha got:"Ev dibe deh sal di ser komkujiya Şengalê re derbas dibe di encama van komkujiyan de hemû kiryarên derveyî rêzên mirovahî derheqê civaka me yên Şengalê pêk hat lê yên herî zêde bûn qurban jin bûn, ji ber ku li bazaran hatin firotan her wiha bazarên tenê girêdayî kirîn û firotina jinan hat ava kirin û ji ber dest dirêjiya li ser wan gelek jin xwe gihandin asta xwe kujiyê lê  weke jinên Êzidî banga me ji bo raya giştî heye ku hemû jinên me yên ku heya niha di destê DAÎŞ’ê de ne were xelas kirin û hesab ji sûcdaran bê xwestin ji ber ku eger hesab ji wan sûcdaran neyê xwestin em weke civaka Êzidî her em ê rastî komkujî û fermanan bên."   Qirêjiya pêşmergeyan hey niha berdewam dibe   Di berdewamiya axaftina xwe de Sozdarê got sedama yekem a pêkanîna van komkujiyan pêşmerge û Iraq  bûn û ew sûcdarê herî mezin in:"Di wexta ku ev êrîşên hov derheqê civaka me ya Şengalê de hatin pêşmergeyan dest ji Şengal berdan lê civaka Êzidî bi têkoşîna xwe bi xwe bûn bersiv li hemberî terorê lê mixabin heya roja me ya îro mala Berzanî têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re nû dike û bi hev re êrîşî şervanên azadiya Kurdistanê dikin ne tenê li çiyan her wiha derheqê gelê Şengalê her berdewam dibe ya herî dawî jî hedef girtina Rojnemevanên Ekîpa Çira Tv bû."   Di dawiya axaftina xwe de Sozdarê banga xwe ji bo tevahî civaka Êzidî re rêkir ku xwedî li çand û dîroka xwe derkevin û dest ji Êzdîyatiya xwe bernedin.