‘Ev têkoşîn tenê têkoşîna jinên Elewî ye gelo?’ 2024-08-01 09:02:17     Gulistan Gulmuş   DÊRSÎM - Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu da zanîn ku Elewî bi sedsalan e li dijî qirkirinan têdikoşin û wiha got: “Êrîş îro jî didomin. Li dijî van êrîşan divê seknek îdeolojîk bê nîşandan.”   Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu da zanîn ji paşerojê heta îro polîtîkayên li hember baweriya Elewiyan hatiye pêşxistin û ji bo parastina nirxên Elewitiyê nêrînên xwe anîn ziman.   ‘Elewitî baweriyek xwe dispêre xwezayê ye’   Yukselê da zanîn ku Elewîtî ne felsefî, teşeyê baweriyê ye û di heman demê de baweriyek kevn û qedîm e. Yukselê wiha got: “Elewîtî ji Îslamiyetê jî bi bandor bûye. Hemû pergalên baweriyê yên Rojhilata Navîn ji hev bandor bûne. Lê Elewîtî ne olek e. Ol dewletî ne, dema desthilatdarî hebin dikin bin desthilatdariya xwe. Elewîtî bawerî ye. Ji anîmîzmê, şamanîzmê, îslamiyetê, zerduştiyê bi bandor bûye.”   Esasên ew civak ava kirin   Yukselê daxuyakirin ku Elewîtî bi Alî re bûye yek û wiha pê de çû: “Elewîtî pirtûkek wê pêxemberê wê tune ye.  Esasên wê civakê li gorî xwe di çarçoveya xwe de ava kiriye. Piştî ji gundan koçberî bajaran hatiye kirin qada asîmîlasyonê jî vebûye. Piştre bi saziyên Elewî re ketiye demek nû. Ev cih ava bûn, tiştekî baş e lê bikarneanîn ne baş e. Ev pergala baweriyê heta îro hatibe ji ser jinan hatiye. Em ji bo wan bi hezaran carî spas dikin. Ji ber wan ev bawerî û ol dane meşandin.”   ‘Li ser axa tirkan wek xizmetkar xebitîne’   Yukselê her wiha destnîşan kir Elewî di pêvajoyê koçberiyê de gelek bi bandor bûne û li bajarên bi cih bûne bi tirs jiyane û li ser axa tirkan wek xizmetkar xebitîne. Yukselê wiha anî ziman: “Dema şûnde hatine jî axa wan ji hevkaran re hatiye hiştin. Li dijî êrîşên îdeolojîk divê sekneke îdeolojîk hebe. Qirkirinên li Dêrsîmê li ser kok û baweriyê tê kirin.  Îro hîna jî mirov ji bo xweza, baweriya xwe têdikoşin. Em ê ji bo xwe, bi saziyên xwe re têbikoşin.”