Ji bo azadiya Abdullah Ocalan panel 2024-07-31 15:58:48     Mîdye Miqted   HELEB - Ji Rêveberiya Însiyatîfa Azadiya Rêber Apo ya Sûrî Amine Xidro da diyar kir ku armanca wan ji van çalakiyan "eşkerekirina siyasetên dewleta tirk e. Her wiha belavkirina fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."   Di bin hemleya "Ji rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî " çalakî berdewam dikin. Bi xwendina pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî dewlemntir dibin. Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD') û Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan a Sûrî ji bo Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan panel a du rojan hat orgenîzkirin. Tê de 14 rehengên Abdullah Ocalan ji aliyê hemû saziyan ve hate xwendin û nirxandin.   Destpêkê rehenga Hêza Hegemonîk a Navendî û rêveberiya demokratîk  ji aliyê Kongra Star ve hat nîqaşkirin. Neteweya demokratîk  ji aliyê Akademiya Civaka Demokratik, Hevjiyana Azad ji aliyê Kongra Star û Jineoloji ve, Çanda Rojhilata Navîn û Serdestiya Modernîteya Kapîtalîst ji aliyê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî  hat nirxandin.   Şerê gelê şoreşgerî encamên wê ji aliyê Hêza Ewlekariya Hundirîn û Parastina Cewherî ve hat nîqaşkirin ,rehenga Peymana Giladiyo û derketina Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD) ve hat nirxandin. Her wiha welatiyê ferdên azad û jiyana komuna demokratîk di neteweya demokratîk de ji aliyê Meclisa Giştî ve hat nirxandin.    Ji Rêvberiya Însiyatîfa Azadiya Rêber Apo ya Sûrî Amine Xidro axaftina xwe ji ajansa me re kir girîngiya lidarxistina çalakiyê anî ziman û wiha pê de çû:"Ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan bi alîkariya Partiya Yekîtiya Demokratik me ev panêla xwe li dar xist. Armanca me ya sereke ji bo li darxistina vê çalakiyê ew e ku em hemû fikir û felsefeya Rêbertî  bidin belavkirin û nirxandin. Her wiha ev çalakiya me di dema pêkanîna zagonên ne hiquqî derheqê rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta tirk ve, hat organîzekirin, ku ev çend roj in ji nû ve cezayê disiplînê li ser asta sê heyvan li ser rêberê e hat ferz kirin,l ê gelên me yên herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya hemleya ji rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî de çalakî û tekoşînên xwe her didin berdewam kirin em jî li bajarê Helebê jî çalakiyên xwe naterikînin, ev yek jî armanca me eşkere kirina siyasetên dewleta Tirk her wiha belav kirina fikir û felsefeya rêberê gelê kurd Abdullah Ocelan e."   ‘Ramanên rêbrtî bi awayekî piratîkî tên bikaranîn’   Di berdewamkirina axaftina xwe de Amine derbarê çalakiyên xwe de nirxandin kir û da diyar kirin ku pêkanîna ramanên Abdullah Ocalan di hundir saziyên me de bersiva dijmina ye û wiha got:"Ev çalakiya ku me dabû li darxistin hemû sazî, partî, tevger, hêz û meclisên di hundir van her sê taxa de amede bûn. Di encamê de hat xuya kirin ku ramanên rêbertî di hundir saziyên me de hêdî hêdî bi awayekî piratîkî tên bi kar anîn ev yek jî dibe bersiva herî mezin û guncav a li hemberî hemû siyasetên dewleta tirk û hemû sîstemên hegemon yên ku dixwazin li hemberî vîna gelan û pirojeya rêbertî bisekinin."   Emineyê da zanîn ku pirojeya ku Abdullah Ocalan pêşkêş kir ew pirojeya herî rast a ku çareya tevahî alozî û pirsgirêkên ku îro li cîhanê rû didin.   ‘Bila gelê cîhanê xwedî li fikir û felsefeya Rêbertî derkevin’    Di dawiya axaftina xwe de Amineyê da eşkerkirin ku çalakiya wan bi nîqaşên dewlemend berdewam kir û wiha got:"Di nava van çalakiyan de me dît ku çawa asta nirxandin û nîqaşan li pêş bû. Girseyek berfireh ji parêzer, rewşenbîr, siyasetmedaran û gel li vir de amade bûn lê belê tenê li Bakur-Rojhilatê Sûrî çalakî ji bo azadiya Rêbertî nayên lidarxistin. Her wiha li Ewropayê her roj nerazîbûn bertek û daxwazên ji raya giştî ji bo azad kirina rêbertî der dikevin pêş ji ber ku doza gelê kurd ne tenê maye girêdayî gelê kurd e lê belê bi saya berxwedana rêbertî ev doz bû doza cîhanê tevda. Em ji bîr nekin jî dewleta tirk her roj hewldana têkbirina pirojeya netewa demokratîk dike lê rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ji zindana Îmralî kir, navenda zanist û zanînê lewma em banga xwe ji bo tevahî gelê cîhanê re rê dikin ku xwedî li fikir û felsefeya rêbertî derkevin,ancax bi têkoşîn û vîna gel azadiya Rêbertî misoger bibe."