Jinên Şengalê: Keç û xortên xwe yên winda dixwazin 2024-07-28 09:06:26     Bêrîvan Çiya   ŞENGAL - Jinên Şengalê yên ku tevli Konferansa Jinên Iraqî  ku bi dirûşma “Bi têkoşîna hevpar li dijî qirkirina jinê bibin dengê xweparastinê” bûn diyar kirin ku tişta nehatiye serê wan nemaye, Şengal ya wan e, bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin û ew destûrê nadin ku tu kes dest biavêje Şengalê.     3’yemîn Konferansa Jinên Iraqî ku bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Weqfa Jinên Iraqî bi beşdariya gelek jinan di 26'ê mehê de li Bexdayê bi dirûşmeya “Li dijî qirkirina jinan bi hevgirtinê bibin dengê xweparastinê”  hat lidarxistin bi encamên girîng bi dawî bû.   Jinên êzidî ku ji Şengalê tevli konferansê bûn derbarê konferansê de nirxandin kirin.    ‘Cenazeyên me di bîran de ne'   Zozan Sîmo ya ku tevlî konferansê bû, destnîşan kir ku ew ji bo bibe dngê gelê xwe  hatiye û wiha got: “Em niha ber bi salvegera fermanê ve diçin. Ev 10 sal di ser fermanê re derbas bûne. Em îro xwedî maf, heq, keç û zarokên êzidî ku di desten DAÎŞ’ê de mane derdikevin. 10 sal di ser fermana bi serê êzîdiyan hat re derbas bûn.  Herkes çav û guhên xwe li tişta hat serê êzidiyan digire Em dixwazin herkes jî hişyar bibe, li hemberê tişta hat serê civaka êzidî çav û guhên xwe vebikin. Em neçarin daxwaza mafê xwe bikin. Em neçarin li hemberî Iraqê helwesta xwe  diyar bikin. Em ne li hemberê Iraqê ne û em bang li hikûmeta Iraqê dikin. Hikûmeta Iraqê cenazeyên xizmên me bi komî kirine bîran û niha jî dibêje hûn ji hev veqetînin. Em dixwazin hestiyên zarokên xwe ji wan bîran derxînin. Em jî parçeyek ji Iraqê ne û xwe ji Iraqê nadin paş. Li Iraqê ev ferman bihata serê kîjan miletê niha mafê wan hatibûya dayîn. Lê ji bo me ji kuştinê wêdetir tiştek din nîne. Hestiyên me hîna di bîran de ne. Em dibêjin ji mirinê wêdetir tiştek din nîne. Heta niha mafê Şengalê nehatiye dayîn û  Şengalê ji hev parçe kirin. Çeteyên ku hatin digotin ‘em ê êzîdidiyan qir bikin.’ Ew ji bo me qir bikin hatibûn. Lê em heta îro em mane û doza mafên xwe dikin. Em doza keç û xwîşkên xwe yên winda dikin. Em doza hestiyên xwe dikin.”   'Ji bo piştgiriya jinên êzidî bikim ez li vir im'   Neîma Mecîd endama rabîta jina Îraqî piştevaniya xwe bi jinên êzidî re ragihand û wiha got: "Em îsal hatin û em her sal tên û beşdarî vê konferansê dibin. Ji bo ku em piştevaniya jina êzidî ku di fermanekê re derbas bûye û ji hemû mafên xwe bêpar bû bikin. Wek tê zanîn jina êzidî bi  tundiyekî bê rehim re rûbirû hat. Di encama şer û fermanê de koçber bû, hat kirîn û firotin, hat kuştin û êşên mezin jiya. Êşên herî mezin ji destê Çeteyên DAIŞ jiyane. DAIŞ'a ku zilma herî mezin li mirovahiyê kir anî serê êzidiyan jî. ji bo wê jî divê em kar û xebatan bikin ji bo ku em van êşan ji bîr nekin. Divê em tekoşînekE mezin bimeşînin û em vê êşa ku Şengal û herêmên dîtir yên Îraqê ku jiyanE  nedin jibîrkirin."   ‘Em ê destûrê nedin kes dest bide Şengalê’   Tewrê Hisên jî destnîşan kir ku ji gelek dewletan beşdarî kongreyê bûne û got ku ew jî li ser navê Şengalê tevlî bûne.  Tewrê, bi bîr xist ku gelek tişt hatiye serê Şengalê û wiha dom kir: “ Keç û xortên me hemû yan girtî û yan jî winda ne. Em tu agahî ji keç û xortên xwe nikarin bigirin, nizanin rewşa wan çawa ye. Heta niha gorên me yên komî diyar nekirine. Em ji ber vê yekê hatine. Tişta ku hatiye serê Şengalê hemû kes dizane. Kesên ku keç û xortên me girtin û dayîkên me birin em ê hesab ji wan bipirsin. Keç û xortên me kuştin û gorên wan em nizanin hîn li ku derê ne. Tişta ku hatiye serê Şengalê dê bê bersiv nemîne. Em dizanin ku kî dostê me ye, kî neyarê me ye. Em ji ber vê yekê hatin vê derê. 10 sal di ser fermanê re derbas bûne jî hestiyên me hîna di gorên komî de ne û kes diyar nake. Kes li me xwedî dernakeve. Piştî Şengal rizgar bû nû destên xwe avêtinê. Em nahêlin kes dest bavêje Şengalê. Şengal bi xwîna şehîdan hatiye avakirin. Ji ber vê yekê em ê destûrê nedin ku kes bibêje ‘Şengal ya me ye.’ Em tu carî destûrê nadin destên kesî bigihîje Şengalê. Yek ji me bimîne jî em ê li ber êrîşan bisekinin. Em ê milê xwe bidin YBŞ û asayîşê. Dema êrîş çêbibin em jî hevalên wan in.”