‘Li Tirkiyeyê edelet tune ye tecrîd heye’ 2024-07-28 09:04:42     Rabîa Onver   COLEMÊRG - Dayika Mehdî Mihçî yê girtî, Gulbeyaz Mihçi da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên di girtîgehan de her diçe giran dibe û wiha got: “Tecrîd neyê şikandin em ê ji bo serokatî û girtiyên xwe li ber girtîgehan bedena xwe bidin ber agir.”   Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û li aliyê din jî 40 mehe agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Tevî hemû serlêdanan ne malbat ne parêzer 8 sal in nikarin hevdîtinê pêk bînin. Tecrîda li Îmraliyê bandorê li ser hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê kiriye. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj zêde dikin. Girtiyên nikarin xwe bigihînin mafên herî sereke, tundiyê dibînin û şertên wan her diçe giran dibe. Yek ji binpêkirinên herî girîng jî pisgirêka xwarinê ye.   Mehdî Mihçi di 7’ê Tebaxa 2022’an de li Stenbolê hat binçavkirin û birin Emniyetê çar rojan di bin îşkenceya giran de ma. Mehdî û malbata wî ku bi kuştinê hatin tehdîdkirin, Mehdî hat girtin û hefteya borî li girtîgeha Sîlîvriyê ew û hevalên xwe ji ber xwarinê jehrî bûn. Mehdî ev bi riya telefonê ji malbata xwe re ragîhand.   Dayika Mehdî Mihçi, Gulbeyaz Mihçi , tecrîda li girtîgehan û tiştên ku kurê wê dijî vegot.   ‘Kesên xwedî wicdan divê rabin ser piyan’    Dayika Mehdî, Gulbeyaz Mihçi da zanîn ku hemû tiştên tên jiyîn girêdayê tecrîdê ye û bi salan e li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girtiyên din tecrîd tê meşandin. Gulbeyazê wiha vegot: “4 sale em ji serokatiya xwe agahiyê nagirin. Serokatiya me û girtî di bin tecrîda giran de ne.Tecrîda li Îmraliyê tecrîda li ser civakê ye. Çima kes deng dernaxe? Kesên dibêjin îrade û wijdana min heye divê rabin ser piyan. Bila rabin ku tecrîd bê şikandin.”   ‘Bila CPT peywira xwe bîne cih’   Gulbeyazê daxuyakirin ku ji ber tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girtiyan çar mehan çalakî pêk anîne û wiha domand: “Girtiyan çalakiya xwe anîn astek din û pêvajoya pêş de her kes ji vê agahdar be. Em bang li CPT dikin ku peywira xwe bîne cih. CPT’ê ya ji hemû zindanan agahdare ji serokatiya me agahî neanîn. Kurê min li girtîgehê ji ber terîdê dernediket hevdîtinan. Çar roj berê telefon kir û got ji ber xwarinê jehrî bûne. Tiştek bi zaorkên me bê agahiya me jê tuneye. Divê girtîgeh me agahdar bikin. Em tecrîdê lanet dikin.”   ‘Wê heta kengê vê zilmê bikin’   Gulbeyazê wiha bang li gelê Kurd kir: “Bila kurd rabin sre piyan. Serokatî û zarokên me di bin tecrîda giran de ne. Heta ku ev tecrîd ranebe çi ji destê me bê em ê bikin. li Tirkiyeyê edelet tuneye, îşkence heye. Tecrîd neyê şikandin em ê ji bo serokatî û zarokên xwe bedena xwe bişewisînin. Êdî bes e. Wê ev zilm heta ku derê bidome. Hemû kes bila destê xwe bide ser wijdana xwe û rabin ser piyan.”