Malbatên windayan vê hefteyê jî aqûbeta wîndayên xwe pirsîn 2024-07-27 13:17:21     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ÎHD’ê û malbatên windakiriyan de ku li gelek cihan hatin lidarxisitn peyam hate dayîn ku heta faîlên kesên di salên 1990’î de hatine windakirin û qetilkirin bên darizandin dê têkoşîn bidome.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windakiriyan careke din bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li gelek navendan  hatin ba hev. Şaxa ÎHD’a Amedê û malbatên windakiriyan di hefteya 807’emîn a çalakiyên xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê hatin bahev. Di daxuyaniyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mesût Dundar ê di tîrmeha 1992’yan de li navçeya Cizîr a Şirnexê hate windakirin hate vegotin.    Yek ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven, bertek nîşanî binçavkirina ciwanên govendê digerînin da. Yakup, destnîşan kir ku dirûşma ku ciwanên li Mêrsînê hatin binçavkirin berzkiriye ne sûc e û wiha got: “Em bêhiqûqiyê qebûl nakin.”   Pişt re endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Berfîn Elçî, çîroka Mesut Dundar xwend. Dû re daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    Êlih   Li Êlihê jî ÎHD’ê û malbatên windakiriyan di hefteya 643’emîn a çalakiyên xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê hatin bahev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de ji bilî parazvanên mafên mirovan, rêveberên OHD’ê û MEBYA-DER’ê jî beşdar bûn.    Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Erkan Kolkaldiran ê di çalakiyê de axivî, anî ziman ku heta aqubeta windakiriyan were aşkerekirin û faîl bên darizandin dê têkoşîna wan bidome.     Piştre çîroka Nûnerê Kovara Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay ê di 29’ê tîrmeha 1992’yan de di êrişa çekdarî ya 3 kesan de li Êlihê birîndar bû û di 30’ê tîrmehê de jiyana xwe ji dest da hate xwendin.    Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.      Colemêrg   Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windakiriyan di hefteya 133’emîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya li navçeya Geverê hatin bahev. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Nacî Şengul, Salîh Şengul, Hayrettîn Ozturk û 11 gundiyên piştî li mezraya Bêgalte yê girêdayî gundê Bêsosin ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê di 24’ê tîrmeha 1994’an de hatibûn binçavkirin, hatibûn qetilkirin hate xwendin.    Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz got ku “133 hefte ne ji Colemêrgê ji bêcezahiştina sûcê windakirina di bin çavan de re îtîraz dikin.” Sîbel a destnîşan kir ku divê polîtîkayên necezakirinê bên bidawîkirin, çîroka Nacî Şengul, Salîh Şengul, Hayrettîn Ozturk û 11 gundiyên hatine qetilkirin xwend.    Sîbelê  da zanîn ku 30 sal in ji bo gundiyên hatine qetilkirin li edaletê digerin, bang li rayedaran kir ku aqûbeta Nacî Şengul, Salîh Şengul, Hayrettîn Ozturk û gundiyên din bê aşkerekirin û xwest berpirsyar bên darizandin.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.       Dêrsim   Şaxa ÎHD'ê ya Dêrsimê jî li Kolana Hunerê daxuyanî da û xwest "Winda bên dîtin û kiryar bên darizandin." Daxuyaniya ku cara 1009'an hat lidarxistin, Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu, siyasetmedar Sabahat Tuncel, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û gelek kes teli bûn. Di çalakiyê de çîroka Ayten Ozturk a ku di 27'ê Tîrmeha 1992'an de bi wesayiteke ji aliyê walîtiyê ve 4 kes tê de bûn hat revandin û piştî 13 rojan li Xarpêtê  di erdekî vala de hatibû definkirin hat vegotin.    Di daxuyaniyê de ewil bavê Ayten, Hîdir Ozturk axivî û diyar kir ku JÎTEM a keça wî qetil kir, nehate darizandin û ji roja qetlîamê heta niha rastî bêhiqûqiyê hatine. Hîdir bang li dewletê kir û xwest kiryar bên eşkerekirin û fermandariya cendirme û qeymeqamê demê bên darizandin. Hıdır, ê ji bo keça xwe bi kurdî lorand daxwaza maf, hiqûq û edaletê kir.   'Divê erkên xwe bi cih bînin'   Piştre jî Hevserokê Şaxa ÎHD'ê yê Dêrsimê Gurbuz Solmaz çîroka Ayten Ozturk parve kir, piştî xwendina çîroka windakirina Ayten Ozturk, diyar kir ku kuştina Ayten bi îşkenceyê û windakirina cenazeyê wê li dijî hiqûqa navneteweyî ye û ji ber vê yekê divê nekeve demboriyê.