Li Helebê lîstika futbolê ya jinan 2024-07-25 16:45:59     HELEB - Bi boneya salvegera şehadeta pakrewan Vejîn Jiyan komîteya werzîşê ya kantyona Efrîn-Şehba her wiha ya bajarê Helebê lîstokek li dar xistin.    Bi boneya salvegera şehadeta pakrewan Vejîn Jiyan komîteya werzîşê ya kantyona Efrîn-Şehba her wiha ya bajarê Helebê lîstokek li dar xistin. Lîstok di navbera tîma gogê ya jin a Heleb û kantona Şehbayê hat li dar xistin, lîstok li lîstogeha berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê hat lîstin di encamê de tîma Efrîn bi ser ketin.   Lîstikvan Rojîn Haşim wiha got:"Ev bû 7 roj in ji bo lîstina bi koma helebê ya bi navê Cûdî Emenos em xwe amede dikin. Îro jî em derbasî bajarê Helebê bûn. Me lîstoka xwe kir û di encamê de em bi ser ketin. Armanca me ji vê yekê ew e ku hemû jinên ciwwan xwedî li rola xwe xwedî li xwe derkevin û cihê xwe di hemû qadan de bigrin, di her milî de xwe bi pêş bixin."   Her wiha lîstikvan Elya Mamo jî got ku:"Em ê bi lîstokên xwe, xwe di hemû qadan de ispat biki, di qada werzîşê de xwedî li mirasa pakrewanên xwe derkevin û bibin pêşenga civaka xwe."   Di dawiyê de Tîma Efrîn û Tîma Cûdî Emenos xelata xwe wergirtin û bi moralek mezin lîstoka xwe bi dawî kirin.