'Armanca şer têkbirina civakê ye' 2024-07-21 09:07:03     Elfazî Toral   STENBOL - Nûnera Alin Terî Muruvet Kuçuk derbarê israra şer a Tirkiyeyê ya li hember Başurê Kurdistanê de nirxandin kir û da zanîn ku armanca şer têkbirina civakê ye.   Tirkiye bi hevkariya PDK’ê li hember Başurê Kurdistanê êrişên xwe didomîne û di encama van êrişan gelek sivîl birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Tirkiye ku di şer de israr dike, sivîlan hedef digire û rêbaza tunekirinê dike jiyanê. Encama polîtîkayên şer de gelek cih hatin valakirin û bandora vî şerî li gel dibe.    Nûnera Alin Terî Muruve Kuçuk der barê polîtîkayên şer de nirxandin kir.   Armanca şer têkbirina civakê ye   Muruvetê diyar kir ku polîtîkayên şer her diçe li qada jiyanê berfireh dibe û karker û kedkarên Tirkiyeyê li dijî krîz û bêpariya azadiyê têdikoşin. Muruvetê daxuyakirin ku feraseta dewletê têkçûnê dijî û got: “Polîtîkayên şer yên AKP-MHP’ê bandorek mezin li ser Gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn dike. Dixwazin bi vî awayekî civakê têk bibin.”   Bandora şer a li ser jinan   Muruvetê daxuyakirin ku polîtîkayên şer civakîbûnê hedef digire û wiha bi lêv kir: “Polîtîkayên şer gelek xetereyan jî bixwe re tîne. Bandor li ser cînayetên jinan dijî dike û vediguhere tiştekî bi xof. Ji ser fuhuş, hişbirê bandor li ser civakê dikin. Encama vê de mirov ji rê derdikevin. Di êrîşa li hember Sûriyeyê de jî gund tên şrewitandin. Hewl didin nokteyên qaydê tevgera kurd ji holê rab ikin. Di encam apolîtîkayên şer de krîzeke giran li ser civakê çêdibe û ev her diçe giran dibe.”   ‘Wê bandor hîn girantir be’   Muruvetê daxuyakirin ku biryarên di zîrveya NATO’yê de hatiye girtin encamên giran derdixe holê û wiha dirêjî dayê: “Der barê tunekirin û îmhakirina destkeftiyên kurdan de wê ev şer hîn bêtir giran be. Ji ber vê bi Pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd de divê têkoşîneke bi terza yekbûyî bê avakirin. Divê têkoşîn veguhere têkoşîna yekbûyî. Tevgerên civakî, karker, kedkar divê li dijî van polîtîkayan xwe rêxistin bikin.”