Li Şêxmeqsûdê rojên xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan 2024-07-21 09:06:10       Mîdye Miqted   HELEB - Li taxa Şêxmeqsûdê Meclîsa Jinan a Şîlan Kobanê dest bi xwendina pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin û gotin: "Rêbertî di pirtûkên xwe de qala pêkanîna azadiya jinê dike, lewma divê jin xwe ji wan pirtûkan dûr nexin û rastiya xwe bi xwendina pirtûkan dikarin nas bikin."   Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji hêla Meclîsa Jinan a Şîlan Kobanê ve rojên xwendina pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Rojên xwendina pirtûkan heftê du rojan pêk tê. Pirtûka ku bi erebî tê xwendin piştre jî li ser nîqaş tên kirin.    Jinên ku tevlî rojên xwendina pirtûkan dibin ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û nêrînên xwe anîn ziman.    'Em fêrî gelek tişt dibin'   Rêvebera Komîngeha Meclîsa Jinan a Şîlan Kobanê Cîhan Îsa, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rojên xwendina pirtûkan: "Ev sê roj in me dest bi xwendina pirtûka 'Doza Kurdî' ya rêberê xwe kir. Dema ku em van pirtûka dixwînin em fêrî gelek têgehên ku rêbertî di pirtûka xwe de qala wan kiribû dibin. Ev têgeh jî hemî girêdayî civakê ne."   Xwebirêvebirin    Cîhan derbarê xwendina pirtûkê de wiha nêrînên xwe par vekir: "Di vê pirtûkê de em fêrî gelek tiştan bûn. Yek ji wan xwebirêvebirin û Netewa Demokratîk e. Ev yek jî di nava xwe de azadî, aştî, dadî û wekhevî her wiha yekîtiyê dihewîne û durî desthiladariyê ye. Lê belê xwebirêvebirina biyanî xwe dispêre siyaset û ferzkirina wê ya li ser civak ê."   'Xwedî li pirtûkên rêbertiyê derkevin'    Cîhanê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bang li tevahî rêxistinên mafê mirovan dikim ku xwedî li doza rêbertiyê derkevin ku azadiya wî misoger bibe. Her wiha em banga xwedîderketina li pirtûkên rêbertiya xwe li tevahiya civakê dikin."    Xwenaskirina bi rêya pirtûkan   Her wiha Şêrîn Yosêf ku ew jî di waneyên xwendina pirûkên Abdullah Ocalan de cih digire wiha axivî: "Me dest bi xwendina pirtûkên rêbertî kir. Ji bo me her peyvek ji pirtûkê mijareke û xwedî wateya kur e. Em bi rêya xwendina pirtûkên rêbertî xwe nas dikin dîrok û çanda xwe nas dikin. Îro rêbertî yekem kese di cîhanê de di pirtûkên xwe de qala pêkanîna azadiya jinê dike lewma yê herî zêde divê jin xwe ji xwendina wan pirtûkan dûr nexin û rastiya xwe di rêya pirtûkên rêbertî re nas bikin."