'Dixwazin Başûr û Rojava jihev veqetînin' 2024-07-19 09:04:53   Dîlan Babat   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Bêrîtan Sarya, diyar kir ku Tirkiye bi êrişên ku bi hevkariya PDK’ê li ser bejahiya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê pêk tîne, armanc dike ku Rojava û Başûr ji hev qut bike û got: "Ev ne rêya pêşketinê ye, rêya şer e. Ev êrişan gel dixe nava rewşeke zehmet û bûye sedem ku gundên xwe biterikînin."   Tirkiye di rojên dawî de êrişên li hember Başûrê Kurdistan û bejahiya Amediyê zêde kiriye. Li herêmê nokteyên kontrolê ava kiriye, nasnameya kontroldikin û gundan bombebaran dike. Bi hevkariya PDK’ê sewqiyata leşkerî û wesayîtan didomîne. Ji Sûriyeyê jî 800 paramîlîter jî anîn herêmê.    Beşa duyemîn a gotûbêja me ya bi rojnameger Berîtan Sarya re derbarê êrişên PDK û Tirkiyeyê ye.    "Ev ne riya pêşvebirinê ye. Ev riya şer e. Wê kî çawa pêşve biçe? Hedef; Tirkiye dixwaze başur, Rojavayê Kurdistanê bi giştî dagir bike."   * Parlamenterên berê yê Iraqê Xalib Muhammed, daxuyan ku cihên bi balafirên şer tên bombebarakirin ji aliyê Parastin ve tê diyarkirin. Parastinê kîjan qad diyar kir? Cihê wan yê stratejîk çiye?   Girê Çarçel, girêdayê Metînayê ye.  Girekî stratejîk yê Metînayê ye. Jorê Amediyê ye. Ji wir li ser Metînayê jî mirov dibin xwedî kontrol. Dewleta Tirk pir hewl da lê neket wî girî. Di 5’ê hezîrana 2021’ê de  PDK’ê maşîneyên kar û ji gelek cihî di bin navê pêşmergeyan de hêz kom kir û bir wir. Balafirên Tirkiyeyê li wir xist. PDK’ê qiyamet qetand ji bo li pêşmergeyan xistiye. Lê derket holê ku dewleta Tir li wan xistiye. Heyetek hat avakirin. Lê nehiştin heyet biçe wir. PDK’ê hemû hêz girt alî xwe û bi Tirkiyeyê re xest li dijî PKK’ê şer bide destpêkirin. Lê pê negirt. Rayagiştî bertekên têr nîşan neda. Çend nivîskaran îxanet nerm kir. PDK’ê îstîxbarata gerîlayan da. Di êrişa hewayî ya Dewleta Tirk de gelek gerîla şehîd ketin.    Ji 92’yan heta niha baragehên wan hene. Ew barageh li dijî PKK û YNK’ê hatine bikaranîn. Ji gel yek li dijî vê dagirkirinê be û destûr nedin, avahiyan didin SÎHA’yan û li wir dixin. Di 2019’an de dewleta Tirk êrişê gundan kiribû. Gel daketibû kolanan. PDK’ê hewl da berê gel bide PKK’ê. Lê biser neketin.   * Di çarçoveya êrişan de agahiyên ku li wê herêmê di du mehan de nêzî 300 gundî hatine valakirin tên? Der barê vê de agahî destê we de hene? Mirovên wan gundan dişînin ku derê?   Hinek gundî diçin gundên din. Piraniya wan li navçeyan bi cih dibin. Yên diçin Duhokê hene. Koçberê bajaran dikin. baxçeyê gundiyan hene. Pê debara xwe dikin. Yên koçber dibin girêdayê PDK’ê dikin. Pirsgirêkên aborî dertên holê. Rojên dawî de rapor hatin weşandin. Ji Başûr koçberê Ewropayê jî dibin. Ji başûr derketin zêde dibin.    *Di projeya jê re dibêjin ‘Projeya rêya pêşvebirinê’ de xetereyên çawa Rojava dipên?   Ev ne riya pêşvebirinê ye. Ev riya şer e. Wê kî çawa pêşve biçe? Hedef; Tirkiye dixwaze başur, Rojavayê Kurdistanê bi giştî dagir bike. Seranserê wê xetê Tirkiye dagirkirinê berfireh dike û wê îstîxbarata xwe bicih bike. Ya jê re dibêjin pêşvebirin, hewldana ku başûr û rojavayê Kurdistanê ji hev bike ye.   "PDK heman demê de wek faşîzma Erdogan û Bahçelî zirarek mezin dide jinê. Hêzeke ku welatê xwe ji dagirkirinê re vekiriye, zirara herî mezin dide jinan."   * Demên dawî de nûçeyên der barê ku PDK’ê endamên roj li wê herêmê bicih kirine dertên. Kî ne ev?    Em li Rojava ji Pêşmergeyên Roj re dibêjin çeteyên Roj. Di 2012’yan de ji aliyê Barzaniyan ve hatin avakirin. Hinek fermandarên wan diçin Başûr perwerda lşkerî digirin hinek jî piştî ruyê rast yê PDK’ê dibînin piştre tevli QSD’ê dibin. Endamên Roj li hember gerîlayan bikar tînin. Niha li qadê hebûnek wan tuneye. Lê em dizanin ku Parastin li xeta Qamişlo û Dêrikê bi MÎT’ê re dixebitin. Em dizanin ku şerê taybet pêş dixînin û ciwanan ji rê derdixin.   * Bi vî şerî re li ser jinên ciwan jî polîtîka şerê taybet tê meşandin. Hûn dikarin vê hinekî vebikin?   PDK heman demê de wek faşîzma Erdogan û Bahçelî zirarek mezin dide jinê. Hêzeke ku welatê xwe ji dagirkirinê re vekiriye, zirara herî mezin dide jinan. Dema min li qadên Parastina Medya Rojnamegerî digir, gelek jinên ku ji polîtîkayên PDK’ê direviyan û dihatin tevlî gerîla dibûn. Hêzên gerîla bi taybet jî YJA-Star hêza parastinê ya herî esas a jinan e.   *Bertekên li dijî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re li Başûr çawane?   Bertekek hikûmeta Iraqê tune. Ev parçeyek lihevkirinê ye. Berteka wan tenê; di rewşa kordînasyona Iraq û Tirkiyeyê de tê meşandin. Dema ji kontrola wan bê derketin bertek hene. Dema bertekên gel dîtin hinek daxuyanî dan. Dagirkirina dewleta Tirkiyeyê erêkirine. Hinek aliyên hikûmetê li dijî vê bi bertekin. Çalakî têr nakin. Divê cidiyeta rewşê hîs bikin. PDK rêveberiyek wisaye ku wek Tirkiyeyê ye. Heta beter bûne. Yên tên kirin polîtîkayên dijminahiya kurdan e. Pêşengiya vê dewleta Tirk dike. Divê em hemû bibin dengê Başurê Kurdistanê.