Dayika pakrewan Bêrîvan: Ew bû dengê Şoreşa Rojava 2024-07-19 09:03:25   Mîdye Miqted   HELEB - Dayika pakrewan Bêrîvan Qelendera ku di Şoreşa Rojava de cihê xwe girt, Fatme Reşîd da zanîn keça wê rêya serkeftin, şanazî û serbilindiyê hilbijart û ew ji ber vê yekê ne poşman in, serbilind in. Fatmeyê got: " Ew bû dengê Şoreşa Rojava."   Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya di 19'ê Tîrmehê de dest pê kir û piştre belav bû, xwediyê cihekî girîng ê di dîrokê de ye. Şoreşa Rojava li ser xeta sêyemîn, xeta parastina wekheviya gelan meşiya. Ev yek di heman demê de ji bo gelê kurd bû firseteke dîrokî. Di vê têkoşîna dîrokî de gelek jinan cihên xwe girtin û roleke girîng lîstin. Jinên di şoreşê de cih girtin gelek destkeftiyên jinan jî parastin û gelek destkeftiyên nû jî bi dest xistin. Yek ji jinên ku di vê rêyê de meşiya û bedel da Bêrîvan Qelender e. Bêrîvanê di Şoreşa Rojava de cihê xwe girt û piştre di nava rûpelên dîrokê de li gel nemiran cihê xwe girt.   Dayika pakrewan Bêrîvan Qelendera ku di Şoreşa Rojava de cihê xwe girt, Fatme Reşîd axivî.   Fatmeyê di destpêkê de wiha qala keça xwe ya pakrewan kir:"Bêrîvan Qelender (Bêrîvan Nûcan) navê xwe ji şehîd Bêrîvan ango Binefş Agal digire. Di 1988'an li bajarê Efrînê ji dayik bû, di nava malbateke welatparêz de, mezin dibe. Bêrîvanê di 2011 û 2013'an de, 3 dewreyên perwerdeyê yên leşkerî dibîne. Her wiha beşdarî dewreyên fermandariyê dibe. Piştî ku perwerdeya leşkerî bi dawî dike, cihê xwe di eniyên pêş ên li dijî êrişên çeteyên Cebhet El-Nusra û yên dîtir de digire, her wiha beşdarî gelek pêngavên li herêmên Cizîrê dibe. Şervana YPJ'ê Bêrîvan, di berxwedana li gundê Basilê de cih digire û di 29'ê Gulana 2013'an de digihêje asta şehadetê."   'Çûyîna wê jî bi daxwaz û xwesteka wê bû'   Fatmeyê diyar kir ku Bêrîvanê rêya têkoşînê ji xwe re hilbijartibû û wiha pê de çû:"Keça min di sala 2012'an de tevlî nava refên YPJ'ê bû. Çûyîna wê jî bi daxwaz û xwesteka wê bû. Beriya ku tevlî bibe pir bi hevalan re derdiket û bi wan re kar dikir. Wê tu carî dev ji biryara xwe û sozên xwe berneda. Ew heta dawiyê bi sekna xwe meşiya. Loma bû mînakek baş. "   Di sala 2013'yan de Bêrîvanê tevlî nava refên nemiran bû   Fatmeyê da zanîn ew serlibind e ku keça wê di nava Şoreşa Rojava de cihê xwe girtiye û wiha got:" Keça min di malbateke welatparêz de mezin bû. Bêrîvanê tevlibûna nava refên azadiyê wekî riya xelasî û azadiyê ji xwe re hilbijart. Perwerde dît û têkoşîna xwe dewam kir. Bêrîvanê di 2013'an de di şerê Cebhet El-Nusra yê ku li gundê Basilê qewimî gihaşt asta şehadetê. Di sala 2013'an de Bêrîvanê tevlî nava refên nemiran bû."   'Bêrîvanê feyz ji têkoşerên azadiyê girt'   Di berdewamiya axaftina xwe de Fatmeyê bi lêv kir ku baweriya Bêrîvanê ya ji bo doza gelê kurd her tim xurt bûye û feyz pir ji têkoşerên azadiyê digirt û got:" Em ê her tim li dû şopa têkoşîna zarokên xwe bin."   'Ez li pêşiya xwesta wê nebûm bend'   Di dawiya axaftina xwe de Fatmeyê da zanîn ew li hemberî daxwaza keça xwe ya tevlibûna refên YPJ'ê nebûye bend û wiha got:" Keça min bi daxwaz û xwesteka xwe derbasî nava refên YPJ'ê  bû. Ez li pêşiya xwesteka wê nebûm bend. Xwişka wê Bêrîvan berî wê tevlî refên têkoşîna azadiyê bûbû. Dema dibihîse ku xwişka wê şehîd ketiye yekser navê xwişka xwe Bêrîvan hilgirt. Riya ku keça min hilbijart riya azadî, şanazî û serbilindiyê ye. Bi saya hemû pakrewana em ê welatê xwe ava bikin."