Ji şahidên komkujiyê: Ew bombe her sal ji nû de di dilê min de diteqe 2024-07-19 09:02:37     Şehrîban Aslan   RIHA - Remziye Koştu derbarê êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê ya li Pirsûsê pêk hat de got, “Me ji têkoşîna wan gavekê jî paş ve neavêt. Her sal di Roja Bîranînê de, ew bombe ji nû de di dilê min de diteqe û nayê ji bîrkirin."   Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de endamê çeteya DAIŞ'ê êrîşa bombeyî li ciwanên sosyalîst ên li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ku bi armanca tevli ji nû ve avakirina Kobanê û pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bişînin li Navenda Çandê ya Amarayê li hev civiyan pêk anî. Di êrîşa hat kirin de 33 ciwanên şoreşer  jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn. Hersal di 20'ê Tîrmehê de ev 9 salin kesên ku di komkujiyê hatin qetilkirin tên bîranîn û têkoşîna ji bo  edaletê jî didome. Lê belê daraza desthilatdar tevî vê daxwaza edaletê jî israr dike ku kiryarên eşkere neke. Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Pirsûsê ya wê demê Remziye Koştu ku bû şahidê wê rojê, diyar kir ku her çend îsal 9'emîn  salvegera qetlîamê bû jî her sal bi heman hestê re rû bi rû maye.   Remziyeyê, roja komkujiyê vegot.   'Berî hatina ciwanan me amadekariyên xwe kirin'   Remziye bi bîr xist ku berê hîn bûne ku ji derveyî bajêr gelek kes dê werin û dê pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bînin. Remziye, anî ziman ku wan jî ji bo kesên bên amadekarî kiribûn û wiha got: “Em rojek beriya komkujiyê bi meşê hatin Navenda Çandê ya Amarayê. Paşê gotin ku ji ber ji derveyî bajêr tên, dixwazin bi tena serê xwe çalakiya xwe li dar bixin. Ji ber vê yekê em ji wir derketin. Hevserokên DBP û HDP'ê yên navçeyê danê sibehê çûn Navenda Çandê ya Amara. Dema ku ciwanan careke din xwestin daxuyaniya çapemeniyê bidin, hevserokên me li hundir li bendê man."   'Ji tişta me dît pirçûnek bi laşê mirov dikevin'   Remziye ya ku rojav komkujiyê bi bîr anî wiha got: “Sibeh bû, ez li malê bûm, me taştê dixwar. Ji nişka ve dengê teqînê hat. Ji dema min ji teqîna 5’ê Hezîranê ya Amedê dengekî bilind bihîstibû, min texmîn kir ku tiştekî nebaş qewimî. Min yekser telefon kir, dema min pirsî, ji min re gotin ku li navenda çandê teqîneke mezin çêbûye. Bêyî ku wext winda bikim ez çûm. Dîmena ku me dît pirçûnek bi laşê mirov dixist. Ji ber vê yekê ez çi bikim jî, ez nikarim wî dîmenî ji we re vebêjim. Li her derê perçeyên laşê mirovan hebûn. Me parçeyek li ku bidîta, me berhev dikir û dixist çenteyekî. Li ser daran, li ser banê xaniyan, li kuçeyan, li ber dikanan cesed û parçeyên laş hebûn. Me ev parçe kom kirin.  Piştî ku me ev kir, ambulans û polîs hatin. Wan birîndar birin nexweşxaneyê,û polîsan em ji cihê bûyerê em dûr xistin."   'Me bi rojan pariyêyên laş kom kirin'   Remziyeyê destnîşan kir ku ne pêkan e qetlîamê ji bîr bikin û got ku ew mehekê nikaribûne biçûna navenda çandê. Remziyeyê da zanîn ku wan li navenda çandê şîn danibû û wiha got: “Me bi rojan parçeyên laşan ji ser banî û daran kom kirin.  Me ew kom kirin û di bin axê de veşartin. Di roja 20'î ya şînê de bi keça xwe re çûm şînê û li ser kursiyê rûniştim. Gava destê xwe rakir, di destê wî de pariyek laşê mirovan hebû,. Keça min mehekê bi ser hişê xwe nehat. Ne ji mal û ne jî ji odeya xwe dikaribû derkeve. Psîkolojiya wê pir xerab bû. Ez tu carî nikarim dîmenê ku min dît  ji bîr bikim. 9 sal derbas bûn lê dîsa jî wek roja ewil e ji bo min. Bifikirin, tiştek wisa bû ku zarokan jî gelek caran parçeyên laşê mirovan dîtin. Me ew hemû binax kirin."   'Ev roj ji bîra min naçe'   Remziyeyê, bal kişand ku ev teqîn polîtîkayeke li dijî Kurdan e û wiha got: “Teqînên li Amed, Pirsûs, Dîlok û Enqereyê bi zanebûn pêk hatin. Ew dijminên kurdan in û dixwazin kurdan tune bikin. Dibêjin yek dimire hezar çêdibin, em jî wisa ne. Me yek gav jî ji têkoşîna wan paşve neavêtiye û em ê jî neavêjin. Her sal di Roja Bîranînê de mîna ku dîsa bombe di dilê min de biteqe dibim. Ew roj ji bîra min naçe.”