Li Amedê li dijî qetilkirinên jinan daxuyanî 2024-07-18 19:18:40   AMED - Platforma Jinan a Dîcle Amed- der barê qetilkirinên jinan de daxuyanî da. Rêvebera Komeleya Jinan a Rosa Fîlîz Kaydu da zanÎn ku jin her tim hedef tên girtin û got felsefeya ‘jin jiyan azadî’ hêz daye têkoşîna jinên Kurd.   Platforma Jinan a Dîcle Amed der barê qetilkirinên jinan yên demên dawî de zêde bûne li taxa Ofîs a Amedê li ber AZC plazayê daxuyaniyek da. Hevseroka DEM PartÎ ya amedê Pinar Sakik Tekîn, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek sazî tevli bûn.   Li ser navê girseyê Rêvebra Komeleya Jinan a Rosa Fîlîz Kaydu daxuyanî xwend û da zanîn ku dethilatdariyê ji bo jinan têgeha ‘mirina biguman’ li lîteraturê zêde kiriye û got: “Tundiya li ser jinan zêde bûye. Sûcên ku polîs û leşker li hember jinan dikin tên xelatkirin.Mînakên wek gumanbar Çawîşê Pispor Musa Oruhan bi zanebûn zêde dikin. di 6 mehên ewil yên 2024’an de 205 jin hatine qetilkirin û 117 jin jî bi guman mirî hatine dîtin.  Lê em baş dizanin ku mirinên biguman tune ne. Gumanbarên nayên xwestin bên dîtin hene.”   Li Amedê 20 rojan de 3 jin hatin qetilkirin   Fîlîzê wiha dirêjî dayê: “Encama polîtîkayên desthilatdarîyê yên dijminê jinê de di 20 rojan de 3 jin hatine qetilkirin. Gumbarê Hîlal Kar Mehmet Demîrhan hîna nehatiye girtin û gumanbarê Naciye Oturmak Hekîm Oturmak piştî îfadeyê hatiye berdan. Em dibêjin ku ji bo girtina gumanbaran wê têkoşîna me bidome.”   Fîlîzê balkişand ser 9’emîn Pakêta  Darazê ya ku ji aliyê destilatdariyê ve tê xwestin bikeve jiyanê û bi lêv kir ku desthilatdarî bi vê pakêtê mafê jinan ji dest digire. Fîlîzê wiha dirêjî dayê: “Di encama polîtîkayên desthilatdariyê de jin ji aliyê mêrên  nêzî xwe ve tên qetilkirin.Bi vê pakêtÊ dixwazin jin li dijî tundiyê bê parastin bimînin. Polîtîkaya bêcezahiştinê pêk tînin. Tevî van hemûyan têkoşîna jinan têkoşîna jinan pişta xwe daye felsefeya  ‘jin jiyan azadî’ û têkoşîna jinên Kurd. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û berxwe bidin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.