Feleknas Ûca: Başûrî bila hovîtiya DAIŞ'ê ya li Şengalê ji bîr nekin 2024-07-17 09:13:52   Rojda Aydin   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedara Kurd Feleknas Uca, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet a li herêma başûrê Kurdistanê û got: "Li hember vê dagirkirinê divê vîna jinan xûrtir be û derkevin qadan. Bila Îpek Er, bîne li ber çavên xwe. Bila Kurdistanê polîs û leşkerên ku bi cilên unîformayî xwe digûherînin ve bêehlaqiyê dikin. Bila vê yekê bînin li ber çavên xwe. Ji ber ve yekê divê jinên başûrî derkevin qadan."    Êrişên Arteşa Tirk a ku bi hevkariya PDK'ê ya li hemberî Herêma Kurdistanê pêk tê didomin. Bi cihkirina leşkeran a li gund, kontrolkirina nasnameyên başûriyan, anîna çeteyên DAIŞ'ê hwd. mijararên sereke yên Kurdistaniyan e. Bertek û nerazîbûnên li hember êrişan didomin.    Derbarê siyaseta ku li başûrê Kurdistanê tê meşandin û bandora wê ya li ser herêmê de Siyasetmedara kurd Feleknas Ûca pirsên ajansa me JINNEWS'ê bersivand.    "Ev gumanên mirov zêdetir mezin dike. Herê dawî di televizyona Tirkiyeyê de pisporên dewleta Tirkiyeyê daxuyaniya ku dan, operasyon û dagirkirina ku tê meşandin, bi lojîstiyek alîkariya hezên pêşmerge bi xwe îtîrafa vê kirin. Tevgera Azadiyê her dem behsa vê yekê dikir. Gelê Kurd behsa vê yekê dikir."   * Dewleta Tirk di bin çavdêriya PDK'ê, bi sedan leşker, wesayîtên zirxî, tank, top, çek û teqemenî derbasî başûrê Kurdistanê kir û bi taybetî jî li navenda navçeya Amêdiyê ya Dihokê bi cih bû. Derbarê mijarê de hûn dikarin çi bêjin?   Wekî ku hûn jî dizanin siyaseta dagirkirinê ne îro cara yekemîne hatiye destpêkirin. Di dîroka Gelê Kurd de, di dîroka Tevgera Azadiyê de jî ne êrişa yekemîn e. Ji ber ku di van salên dawiyê de her dem êrişê Mexmûr, Şengal û çiyayên azad hat kirin û bi çekên kimyewî hatin hedef hatin. Hedefa wan ne bi tenê li hemberê Tevgera Azadiyê ye, destkeftiyên Gelê Kurd e. Em dizanin daxwaza Tirkiyeyê ev e. Bi planên xwe û xeta xwe dixwazin Kurdistanê ji kurdan bidin valakirin. Demografiya herêmê bi temamî bidin guhertin, ev armancên wan ên serekene. Di eman demê de jî xeta enerjiyê ku dixwazin ji Besrayê derbasî Tirkiyeyê bikin û ji wir jî derbasî xeta Ewropayê bikin li ser xeta Şengalê û Rojava ye. Armanc dikin ku tevahiya Kurdistanê û deverên ku kurd xwe bi rêxistin kirine, rêvebiriyên xwe avakirine, li hemberê dagirkirinê li ber xwe didin û têdikoşin qels bikin. Dixwazin herêmên ku kurd lê dijîn ji bo xwe bikar binîn û bidin jiyîn. Çawa li Efrînê piştî dagirkirinê tevahî çete birin wê derê û Efrîn êdî ne wek bajarekî Bakur û Rojavayê Sûriyeyê ye, ne wek bajarekî kurdan e. Îro PTT li wê derê vekirine, zanîngehên xwe vekirine. Qeymeqam bi çi awayî dikare rehet biçin Efrînê. Zimanê perwerdehiyê bûye tirkî. Çawa Efrîn ji bo xwe wisa kirine, armanc dikin li başûrê Kurdistanê jî wisa bikin.    Çawa ewqas cih dane Tirkiyeyê?   Bi taybet hikmeta başûrê Kurdistanê vê fêm nekiriye ku armanca wan ne Tevgera Azadiyê ye. Armanca wan destkeftiyên kurdên başûrê Kurdistanê ye. Dixwazin bixin bin xeta xwe û bin bandora xwe. Di van rojên dawiyê de ne tesadufe ku hêzên leşkerên tirk dema derbas dibin ji hela peşmergeyên PDK’ê ve tên parastin. Rê ji bo wan tê vekirin. Di wêne û dîmenan de jî me di van rojên dawiyê de dît ku bargehên Dewleta Tirkiyeyê bi salane li herêma başûrê Kurdistanê noqteyên ku peşmerge tê de teslîmê hêzên leşkerên Tirkiyeyê kirine. Dîmenên ku çend roj berê derketin ragihandin ku çawa leşkerên Tirkiyeyê êdî li herêma başûrê Kurdistanê derdorên Amediyê ku li wê derê noqteyên xwe vekirine û nasnameyan dinêrin. Tirkiye, başûrê Kurdistanê wek herêmekê xwe dibîne ku dikare wisa rehet tevbigere.    Ev gumanên mirov zêdetir mezin dike. Herê dawî di televizyona Tirkiyeyê de pisporên dewleta Tirkiyeyê daxuyaniya ku dan, operasyon û dagirkirina ku tê meşandin, bi lojîstiyek alîkariya hezên pêşmerge bi xwe îtîrafa vê kirin. Tevgera Azadiyê her dem behsa vê yekê dikir. Gelê Kurd behsa vê yekê dikir. Lê belê nexwestin vê yekê bibînin. Lê îro em dibînin ku rojnamevanên tirkan û siyasetmedarên wan di televîzyonên xwe de rewşeke wisa dinirxînin. Hêzên başûrê Kurdistanê di vê operasyonê de çawa ew qas cih dane dewleta Tirkiyeyê?   “Bila Îpek Er li bakurê Kurdistanê li Êlihê bîne li ber çavên xwe. Bila li Colemêrgê tiştê ku hatiye jiyîn bîne ber çavên xwe. Bila Şirnexê, Silopiyê û Cizîrê bînin ber çavên xwe.”   * Leşkerên Tirk li nav gundên Dihokê noqteyên kontrolê danîn û nasnameyên welatiyan kontrol dikin.  Ev yek polîtîkayên şerê taybet a AKP û MHP'ê ya li hemberî Bakurê Kurdistanê tîne bira mirovan. Ev polîtîkayên şerê taybet dê bandorek çawa li jinên Başûr bike? Hûn rewşê çawa şîrove dikin?   Başûrê Kurdistanê bi berxwedaneke mezin hat avakirin. Gele Başûr bi Enfalê, bi Helepçê, bi Şengalê û bi gelek komkujiyên cuda, bi bedelên gelek mezin hat avakirin. Her wiha divê em ji bîr nekin bakurê Kurdistanê çibe, başûrê Kurdistanê jî ew e. Rojhilatê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê jî ji bo Gelê Kurd re heman tişte. Em dizanin armanca Dewleta Tirk çiye. Li bakurê Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet derbasdar e. Kurd tên girtin, partiyên siyasî tên qedexe kirin, siyasetmedarên jin tên girtin û cezakirin, şewitandina daristanan, talankirin xwezaya Kurdistanê bi salan e em hemûyan dibînin. Me Îpek Er ji bîr nekir. Me Silopiyê ji bîr nekir. Hêzên leşker û polîs bi cilên xwe dixwazin çawa xwe di nav civakê de bi cih bikin. Çawa dixwazin bi şerê taybet civakê têk bibin. Siyaseta bê ehlaqî çawa tînin û di nav civakê de bi cih dikin. Ji ber vê yekê em dizanin ku hedefa sereke jin û ragihandin e.   Bila bakurê Kurdistanê bînin ber çavên xwe   Ê ku li ber xwe didin dibin hedef. Îro jinên kurd li noqteyên leşkeran ên bakur çawa hedef têne girtin dê li dihokî jî dê heman tiştî bijîn. Çawa tişt hat serê Îpek Er, wê sibê li Dihok û Hewlêrê jî biqewime. Di her dagirkirinê de hedef jin in. Dewleta Tirk her tim li ser bedena jinê siyaseta xwe dimeşîne. Ji ber wê yekê jî li hember vê dagirkirinê divê vîna jinan zêdetir xûrttir be û jin derbikevin qadan. Divê jin nehêlin ku ev dagirkirin pêş bikeve. Bila Îpek Er li bakurê Kurdistanê li Êlihê bîne li ber çavên xwe. Bila Colemêrgê, Şirnexê, Silopiyê û Cizîrê bînin ber çavên xwe. Bi vê awayî zihniyeta dewletê ya li hemberê jinan û bi taybet jî dijminatiya wan çawaye divê jinên başûrî bibînin û li hemberê wê derkevin. Li hemberê vê dagirkirinê taybet sekna xwe diyar bikin. Bi berxwedanî û têkoşîna jinê em vê dagirkirinê bi dawî bikin. Ew fikra ku heke Tevgera Azadiyê ku li başûrê Kurdistanê nemine wê rewşa başûrê Kurdistanê pir aram bibe, bila xwe nexapînin. Herkes jî dizane ku heke Tevgera Azadiyê ji başûr derkeve êdî garantiya mayîna hikûmeta başûrê Kurdistanê jî namîne. Ji ber wê pêwîste başûrî hesap bipirse û li hemberê vê derbikeve.    “Divê em bizanin ku hikûmeta AKP-MHP’ê, dijminê dîroka Kurdistanê û dijminê xwezaya Kurdistanê ye."   * Balafirên şer ên Dewleta Tirk ciyayên Kurdistanê di demên dawiyê de bi dijwarî bombebaran dike. Di encamê de şewatên mezin li deverê derdikevin. Ev yek polîtîkayeke qirkirinê ya li hemberî xwazeya Kurdistanê ye. Derbarê mijarê de hûn çi dibêjin?   Armancek din a sereke jî talankirina xwezaya Kurdistanê yê. Heke li vir pêşbikevin dê li cihên din jî pêşbikevin, armancek wan wisa heye. Me mînaka talankirina xwezayê li Heskîfê dît. Dîroka 11 hezar salan me dît ku hikûmeta AKP-MHP çi kir. Li Bakur xweza tê talankirin, bi şewitandina daristan û birîna daran xwezaya herêmê tê tunekirin. Dixwazin niha li Başûr bi cih bibin û li gorî xwe bijîn. Dîroka heyî tune bikin. Hebûna wan a li herêmê jî ne tesadîfuye. Dema Efrîn jî hat dagirkirin serê ewilî cihên pîroz, ziyaretên êzidiyan û cihên dîrokî hatin bombekirin, hedef hatin girtin. Dema Dewleta Tirk êrişê Şengalê kir cihên pîroz hedef girt. Hemû dewerên Kurdistanê bi heman rêbazê êriş dikin. Pêşî xweza hedef tên girtin û piştre jî cihên dîrokî. Li Licê jî, li Bagokê jî û hwd gelek deveran daristan hatin şewidandin. Darên li daristanên li herêma Cizîr û Silopiyê bi alîkariya cerdevanan bi kamyonan hatin firotin.  Ev yek li ber çavên me hemûyan pêk hat. Li başûrê Kurdistanê jî dar tên birîn û tînin Tirkiyiyeyê û difroşin. Divê em bizanin ku hikûmeta AKP-MHP’ê, dijminê dîroka Kurdistanê ye dijminê xwezaya Kurdistanê ne.  “Li aliyeke kurd li ber xwe didin û li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin û li aliyên din jî hêzên PDK’ê destûr dide çeteyan. Peşmergeyên ku ji bo rizgarkirina Kobanê ruhe berxwedanê nîşandan û hatin Kobanê, lê îro jî ruhê difroşîn DAIŞ’ê.”   * PDK jî bicihkirina çeteyên DAIŞ’ê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê demek dirêjê çavên xwe digire. Ev rewş divê çawa bê dest girtin? Ji ber ku raya giştî ya cîhanê ji kiryarên DAIŞ'ê agahdar in lê ligel vê yekê jî bêdeng in çima?   Em hemû jî dizanin ku dema DAIŞ êrişê Şengal û Kobanê kir, ne tenê ji bo civaka herêmî bû. Ji bo Rojava xetereyek mezin bû. Ji bo mirovahiyê bû xetereyeke mezin. Em dizanin çeteyên DAIŞ’ê dijminê mirovahiyê ye. Dema DAIŞ êrişê Şengalê kir, hat Kerkûkê, li dora Mexmûrê dorpêç kir, heke gerîla parastinê nekira, ne tenê Şengal ji Kerkûkê bigire heta Mexmûr û Hewlêrê dê biketa destê DAIŞ’ê. Me hemûyan jî berxwedana gerîla ya li herêmê dît. Dema Mesûd Barzanî çû li Mexmûrê spasdariya xwe anî ziman, her kes zanî ku gerîla destaneke çawa mezin nivîsandî ye. Me bi taybetî li Şengalê jî vê berxwedanê dît. Ev xeteriya ku mezin carek din li başûrê Kurdistanê derdikeve holê. PDK naxwaze vê xetereyê bibîne. Heke sibê dema tiştek hat serê Hewlêrê jî pêwiste gelê başûr baş bizane ku ev yek bi destê PDK’ê pêk hatiye. Rê didin û pêşî li ber DAIŞ’ê vedikin.    Belê Ewropa bêdeng e. Êdî raya giştî jî fêm kiriye ku herêm tê dagirkirin. Niha bi hezaran DAIŞ’î li girtîgehên Heleb, Hesekê û deverên dinê ne. Ev yek bi saya kurdan pêk hat. Ewropa jî baş dizane ev çete bûne belayê serê mirovahiyê. Lê belê Ewropa ji vê yekê re jî bêdeng e. Ji ber mijara penaberan bêdengiya xwe diparêz e. Lê belê Gelê Kurd ne mecbûre ku gelan li hemberî çeteyên DAIŞ’ê biparêz e.    Xwestin înkar bikin    Li aliyeke kurd li ber xwe didin û li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin û li aliyên din jî hêzên PDK’ê destûr dide çeteyan. Peşmergeyên ku ji bo rizgarkirina Kobanê ruhe berxwedanê nîşandan û hatin Kobanê, niha jî ruhê firotine DAIŞ’ê. Divê mirov wisa lê binêre. Ez bang li hikûmeta Başûr, hemû rêxistin û partiyên başûr ên Kurdistanî dikim ku li hemberî vê zîhniyetê derkevin. Dema Tevgera Azadiyê digot ‘PDK alîkariya lojîstikê dike’ hedef hat nîşandan. Lê îro em rastiyê dibînin. Ev rastî li ber çavên hemû dinê pêk tê. Êdî rojnamevanên wan jî îtîraf dikin rastiyê.    Vê demê divê mirov pirs bike; Dema çeteyên DAIŞ’ê ji Kerkûk û Şengalê re ber bi Hewlêrê ve hatin, vê demê destê hikûmeta başûrê Kurdistanê çiqas di nav de bû? Gelo ev peymana ku li Ammanê hat îmzekirin û gotin hikûmeta başûrê Kurdistanê jî di nav de ye, dema Şengal hat firotin, gelo rastiya vê heye an na? Dema mirov vê rewşê dinêre û dibêje ku raste ev belge hene. Xwestin înkar bikin, lê dîrok tiştekî venaşere û dê derkeve holê.    "Dîrok dê kesên ku hevkariya Dewleta Tirk dike û DAIŞ’ê tîne li herêmê bi cih dike hesabê bipirse. Dema DAIŞ hat ber deriyê başûriyan bila qêr û hawar nekin, ji ber ku kesên ku êdî wan biparêz e dê nebin."   * Herkes bû şahidê fermana 3’ê Tebaxê ya li Şengalê û kiryarên DAIŞ’ê. Dema DAIŞ êriş bir ser gel peşmergeyên KDP rewî û PKK parastina gel kir. Hûn di vê mijarê de dixwazin çi bêjin û bangewaziya we çiye ji bo gelê Başûr?    Me xetereyên DAIŞ’ê li Şengalê, Kobanê û Rojava dît. Em niha ber bi salvegera fermanê ve diçin. Ji bo civaka êzidî dema behsa DAIŞ’ê dikin carek din birînên mezin li me vedibin. Em dizanin ku dema çeteyên DAIŞ'ê êrişê Şengalê kir, peşmerge reviyan û me reva wan jî dît. Beriya êrişên DAIŞ’ê peşmergeyan çekên êzidiyan girt û gotin em ê parastina we bikin, lê wêne û dimenên ku derketin holê nîşanda ku çawa ji Şengalê direvin. Rojnamevan Berfîn li vir zîndî weşan kir û reva peşmergehan nîşan da. Ev tişt nayê înkarkirin. 12 şervanên ku ji bo parastina Şengalê hatin ji wan çend kes ji hêla PDK’ê ve hatin girtin. Ev şervan ji bo korîdorê vekin û êzidiyan rizgar bikin gelek bedelên mezin dan. 250 hezar êzidî li Çiyayê Şengalê ji qirkirinê hatin rizgarkirin. Em hemû jî bûn şahidê bedelên mezin. Me wahşeta ku li Şengalê hat kirin dît. Çawa jinên êzidî li bazarên Misûlê hatin firotin, li pêşiya çavên cîhanê pêk hat.    Heke DAIŞ dîsa li herêmê bên bicihkirin xeterî ne tenê ji bo Şengalê ji bo Hewlerê, ji bo hikûmeta başûrê Kurdistanê û ji bo parlamentoya başûrê Kurdistanê be. Ev kiryarên ku li Şengal û Kobanê li pêş cîhanê pêk hat, di salvegera 10’emîn fermanê de carek din fermanek din dê pêk bê. Ev rewş dûr nîne.    DAIŞ çawa bi berxwedaniya jinan têk çû, dê îro jî bi berxwedana jinan têk biçin. Bila hikûmeta başûrê Kurdistanê û PDK, baş bizane ku sibê dema DAIŞ hat ber deriyên wan bila bizanin ku êdî tu kurdek parastina wan nakin. Ji ber ku bi destûra wan DAIŞ li herêmê tê bicihkirin. Ji ber vê yekê divê gelê başûr tu carî Şengalê ji bîr neke. Kiryarên DAIŞ’ê ji bîr neke. Bazarên Misûlê ji bîr neke. Gelê Kurd tu carî dîroka xwe ji bîr nake û baş dizane. Dîrok dê kesên ku hevkariya Dewleta Tirk dike û DAIŞ’ê tîne li herêmê bi cih dike hesabê bipirse. Dema DAIŞ hat ber deriyê başûriyan bila qêr û hawar nekin, ji ber ku kesên ku êdî wan biparêz e dê nebin.    "Çi Silêmanî, çi Hewlêr be, çi Kerkûk be, çi Dihokê be, divê herkes rabe li ser piyan. Ger ku hemû herem bê dagirkirin tenê Hewlêr bimîne jî êdî tu xêra wê ji kurdan re namîne."   * Bertekên raya giştî yên başûrî, iraqî, Gelê Kurd û navneteweyî ya li hemberî rewşa Başûr di çi astê de ne û divê çi bê kirin?   Kongreya Neteweya Kurd civîneke mezin li dar xist û ji çar parçeyên Kurdistanê siyasetmedar, partiyên siyasî û her kes tevlî bû. Nêrînên xwe jî gotin. Beriya niha xebatên dîplomasiyê ya KNK’ê bi gelek partiyên siyasî pêk hatin û daxuyaniyeke hevbeş li Başûr hat dayîn. Ev yek pîroz e. Di heman demê de jî hewldana civakê û derketina li qadan beriya dagirkirinê, hewldana rewşenbîrên Kurdistanê jî cihê pîroziyê ye. Ji bo siyaseta dagirkirinê biqede Gelê Kurd divê li dijî zîhniyeta sedsalî ku dixwazin kurdan tune bikin, îrada kurdan tune bikin û bi Lozanê Lozana duyemin avabikin, berxwedan û têkoşîna xwe mezin bikin.    Divê em fêm bikin ku ev ne li hemberî Tevgera Azadiyê ye. Ev êriş li hemberî hemû destkeftiyên kurdan pêk tê. Ev planên dagirkirinê li hemberî erdnegariya Kurdistanê ye. Gelê Kurd dê hesabê bipirse. Çawa Gelê Kurd li hemberî dagirkirin û zextan çawa rabûye ser piyan dê wisa jî berxwedana xwe bidomînin. Dem dema berxwedanê ye, dem dema serhildanê ye li hemberî dagirkirinê.   Gele başûrî ev xeterî dîtine, vê siyasete dîtine ez wan silav dikim.  Di van rojên dawiyê de hemû daketin qadan cihê şanaziyê ye û xuya dike ku gelê başûrê Kurdistanê bi vê xeta xiyanetê, bi vê xeta dagirkirinê neraziye. Li hemberê vê yekê derdikevin. Ev cihê pîroziyê ye. Pêwîste ne tenê gelê derdora Amediyê dakevin qadan, pêwîste hemû gelê başûrî dakevin qadan. Çi Silêmanî, çi Hewlêr be, çi Kerkûk be, çi Dihokê be. Herkes rabe li ser piyan. Ger ku hemû herem bê dagirkirin bi tenê Hewlêr bimîne êdî tu xêra wê ji kurdan re namîne. Ji ber vê yekê pêwîste Gelê Kurd vê yekê baş bizanibe. Partiyên Kurdistanî jî vê yekê baş zanibin û di vê çarçoveyê de tevbigerin.