Bertekên li dij xespkirina îradeyê: Em ê berxwedanê mezin bikin 2024-07-17 09:05:23   Elfazî Toral    STENBOL - Jinên li dijî xespkirina îradeyê ya li Colemêrgê tevli çalakiya nobetê bûn gotin: “Em ê li dijî pêkanînên dijdemokratîk bin. Em ê têkoşînê mezin bikin."   Bertekên li dijî xespkirina îradeyêya li Colemêrgê didomin û li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên protestoyî didomin. Çalakiya nobetê ya li Qada Şîşhane ya Beyoglu ya Stenbolê bi tevlibûna sedan kesî tê meşandin. Jinên tevli nobetê bûn ji mîkrofonên me re axivîn.   ‘Em ê têkoşînê mezin bikin’   Hevseroka Komeleyên Karakoçanê Zelal Degîrmencî daxuyakirin ku polîtîkayên qeyûm darbeyeke li dijî îradeya Gelê Kurd e û wiha pê de çû: “Ji bo em xwedî li îradeyê derkevin em li qadan têdikoşin. Îrade ya me hêz ya me ye. Em zîhniyeta qeyûm bi yekitiya civakî dikarin bişkînin. Di serî de jin û ciwan em bi hev re têdikoşin. Li cihê ku îradeya jinê hebe wê ev bê şikandin. Em ji bo gelê xwe yê Colemêrgê li ser piyane. Têkoşînek Gelê Kurd heye. 45 sale didome. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Colemêrg ne tenê ye   Zelalê di axaftina xwe de wiha bal kişand ser domdina têkoşînê ya li dijî qeyûmanê: “Me îradeya xwe di sindoqan de nîşan da. Ji vir şûnde jî em tiştekî qebûl nakin. Em qeyûman qebûl nakin. Em ê her tim hebin. Ez cejna hemû gelê Kurd pîroz dikim. Em ê li vir têkoşîna xwe bidomînin. Gelê Colemêrgê ne tenê ye.”   Qeyûm tê wateya nenaskirina îradeya gel   Hevseroka Komeleya Adakli Yayladere Yedîsu û Karakoçê Bîlsen Ozdogan jî bi lêv kir ku AKP-MHP’ê ewil hewl daye qeyûm tayînê Wanê bike lê encam negirtiye û wiha dirêjî dayê: “Gel li dijî vê berxwedanek mezin nîşan da. Gelê Wanê ew çewisandin. Em vê qebûl nakin. Em polîtîka qeyûm qebûl nakin. Em red dikin. Ev tê wateya ku îradeya gel nayê naskirin. Em ê her tim li dijî pêkanînên dijdemokratîk bin. Em bang li hemû kesî dikin ku xwedî li mafên hatine bidestxistin, bê derketin. Divê em xwedî li nasnameya xwe li destkeftiyên xwe derkevin. Divê em ji malên xwe derkevin û xwedî li mafên xwe derkevin.”