'Heta ku tecrîd rabe wê çalakiya me bidome' 2024-07-14 15:01:49       STENBOL - Xizmên girtiyan ku li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya "Deng bide azadiyê" li dar xistin, diyar kirin ku ew bi biryar in ku tecrîdê bişkînin û destnîşan kirin ku heta tecrîd rabe dê têkoşîn û çalakiyên xwe bidomînin.   Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji aliyê Komeleya Hiqûq û Piştevaniyê ya Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER) çalakiya "Deng bide azadiyê" li dar xist. Dayikên Aştiyê, endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de timî dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.   Girse bi meşê heta ber girtîgehê meşiyan.    Dayika Yakûp Akman ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 3 a Sîlîvriyê girtî Fînce Akman di çalakiya nobetê de axivî û diyar kir ku kurê wê piştî çalakiyê bi telefonê hevdîtin pêk anîne û got: "Piştî telefonê kurê min xistin hucreya yek kesî û min careke din rewşa wî ya tenduristiyê ji wî nebihîst. Ji ber ku dema bi telefonê axivî got bi jehrî ketine. Divê kesên bi wijdan berte nîşanî binpêkirinan bidin."    Hevseroka MATUHAYDER'ê Dîlek Demîr di dawiya çalakiya rûniştinê ya ku bi dirûşme û tilîliyan dewam kir de axivî û diyar kir ku heta tecrîd neyê rakirin ew ê têkoşîna xwe û çalakiyên xwe bidomînin û wiha axivî: "Em ê çalakiya xwe li dar bixin. Weke her hefte, hefteya bê jî ji bo şikandina tecrîdê, li dijî tiştên li girtîgehan diqewimin, çalakiya protestoyî dê li dar bixin."