Du jinên di şewata li Çinarê de jiyana xwe ji dest dan… 2024-07-13 09:02:31     Şehrîban Aslan   AMED - Di şewata li gundê Herberê yê Çinarê de yek ji kesên ku jiyana xwe ji dest dabû Zekiye Erdenlî bû. Keça wê Yeter Oluk  derbraê şewtê de got: “Wê rojê ceryan hebûna, bi saya ava sondajan wê şewat bihata temirandin. Lê ceryan tunebû. Ceryan her tim qut dibû. Vê ceryanê xizmên me ji me girtin.”   Di 20’ê hezîranê de li navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrex a Mêrdînê  şewat derketibû û 15 kesî di van şewatan de jiyana xwe ji dest dabûn. Ji ber saziyên dewletê dereng mudaxaleyê şewatê kirin û helîkopter dereng hatin şandin bîlanço giran bû. Bertekên li dijî kêmasiyên hatin jiyîn didomin.   Welatiyên herêmê ji roja ewil a bûyerê gotin, "Ji ber em Kurd bûn, xwestin me ji axa me bikin û ji ber vê mudaxaleyê şewatê nekirin."  Malbatê kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî bi lorîkan wan bibîr tînin.   Yek ji gundên ku şewat lê derket gundê Herberê yê girêdayê Çinara Amedê bû. Li Herberê du mêr û du jinan jiyana xwe ji dest da.  Xizmên Zekiye  Erdenlî û Kerîme Erdenlî ew şev vegotin.   'Bahoz rabû di nav agir de man'     Keça Zekiye Erdenlî, Eylem Oluk ew şeva şewatê vegot û da zanîn ku dayika wê çawa şewat dîtiye bazdaye û jê pirsîne gotine tu çi dikî û got: “Dayika min hewl dida agir negihêje malê. Ez bi dayika xwe re  neçûm. Piştre min dît emûjna min jî li derve ye. Got mala me dişewte û çû. Ez û bavê xwe jî çûn. Bavê min ji dayika min û emûjna min re got zêde neçin jor. Lê bahoz derket û dayik û emûjna min di nav agir de man. Her du jî şewitîn. Ez qêriyam min got bavo dişewitin. Ez ketim erdê. Bavê min bazda çû cem wan. Lê her du jî şewitîbûn. Nedihatin naskirin.”   ‘Dayika min  av xwetiye’   Eylemê wiha dirêjî dayê: “Me traktor anî. Me li traktorê kirin. Dayika min di romorkê de runişt, heta bi destên xwe min bi kêlekên wê girt. Lê emûjna min diket. Piştre me dayika min bir nexweşxaneyê. Emûjna min bi wesayîtek din me bir. Me bir nexweşxanEYA dewletê ya Çinarê. Ji hemşîreyê re her tim gotiye ‘avê bidin min’. Cil û berg li ser wan nemabûn. Por nemabû. Dayika min hîn baştir bû. Me digot wê dayika min baş bibe. Lê wê jî jiyana xwe ji dest da.”   ‘Bi wêrekî çû qada agir’   Keça Zekiyeyê ya din, Yeter Oluk jî wiha vegot: “Dayika min jinek comert, wêrek, jinek bi başiya xwe diha zanîn bû. Roja şewatê bêyî tirs çû. Lê şewatê ew ji jiyana wê kir. Her kes bi wêrekiya wê ew nas dikir. Ez dereng fêr bûm. Heta hatim gund biribûn. Ez hîna neçûme mala dayika xwe. Nikarim biçim. Wekê ku mal vala bûye. Wê rojê ceryan hebûna, wê bi saya ava sondajê agir bihata temirandin. Lê ceryan tunebû. Vê nebûna ceryanê xizmên me ji me girtin.”   'Penceşêr têk bir, di şewatê de jiyana xwe ji dest da'   Xizma Zekiye û Kerîmayê, Hatay Erdenlî jî daxuyakirin ku şeva şewatê ewil hevjînê wê diçe cihê bûyerê û wiha pê de çû: “Emûjna min Zekiye û meta wê Kerîme li pey diçin. Lê hevjînê min wan nabîne. Hevjînê min got şawet bi saniyeyan bi bahozê re belav bûye. Xalê min jî li wir bû. Keça wî dibîne ku kes nav agir de dişewiti. Xalê min dibîne ku agir gihîştiye malê û xwe diavêje nav agir û kesa ku dişewite xilas dike. Xalê min nizane du kes in. Meta min xilas dike, meta min dibêje hevjîna te jî di nav agir de ye. Gotin kesekî din jî şewitî ye û ew jî Îsmaîl e. Îsmaîl ji xwe hema jiyana xwe ji dest dabû. Meta min û emûjna min jî jiyana xwe ji dest dan. Her du jin jî gelek dihatin hezkirin. Wêrek bûn, alîkar bûn. Meta min 14 sal berê bi pençeşêrê ket. Lê hat dermankirin û 14 salan kişand. Baş bû. Lê di şewatê de jiyana xwe ji dest da.”