Ma wê heta kengî ev îxanet dewam bike? 2024-07-12 09:07:04     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Helebê dijîn bertekên xwe li dijî êrişên Arteşa Tirk a li hemberî Başûrê Kurdistanê anîn ziman û îxaneta malbata Barzaniyan şermezar kirin û gotin: "Dê her tim piştevaniya şervanên  xwe bikin û ji bo axa xwe têbikoşîn."    Dewleta Tirk ev 2 mehin bi hezaran leşker, bi tank, wesayîtên zirxî, top û çekên giran anîne Herêma Kurdistanê. Li herêma Behdînan zêdetirî 80 baregeh û nuqteyên nû yên leşkerî ava kirine. Li ser rê û qeraxan xalên kontrolê danîne. Li herêma Behdînanê bi sedan kamera danîne. Rê birine cihên asê, baregeh û kalekol li cihên stratejik ava kirine. Li gel bêdengiya hikûmeta Iraqê ya beramberî vê, PDK di her warê leşkerî û îstîxbaratî de hevkarî ji dewleta Tirk re dike.   Bertek û nerazîbûnên li hemberî êriş û hevkariya PDK'ê didomin. Jinên li Helebê dijîn ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser îxaneta malbata Barzaniyan.    'Hebûna me înkar dikin'   Dayika du pakrewanan Henîfe Berko bi hêrs bertekên xwe wiha anî ziman: "Em weke malbatên pakrewanan bi tundî êrişên Dewleta Tirk û hevkariya malbata Barzanî bi tundî şermezar dikin. Îro hemû dewletên navnetewî yên ku bi navê demokrasiyê tevdigerin, li ber hemberî şerê qirkirinê çima bêdeng in? Îro em 40 milyon kurd li ser vê xakê li ser vê erdnegeriyê dijîn. Îro ev hemî dewlet hebûna me înkar û tune dikin. Ma heya kengî ey zalimo?    'Êdî şûnde baweriya me Barzaniyan nayê'    Derbar malbata Barzanî û îxaneta wan jî Henîfe wiha axivî: "Mala Barzanî ne ji niha de lê belê ji destpêka dîrokê de îxanetê li Gelê Kurd dike. Em nikarin mala Barzanî ji îxanetê bi dûr bixin û carek din wan bînin ser riya rast. Êdî xwe ji dewleta Tirk didin hesibandin. Ji ber heya roja me ya îro me digot mala Barzanî wê bêne li ser rê. Lê ji vir û şunde em bawariya xwe bi wan naynîn."    'Dê dor bê malbata Barzanî jî'    Di dawiya axaftina xwe de Henîfayê got bila kes nebêje ev şerê birakujiyê ye na ev şerê sîng bi sînge êdî heya ku ew bi vê awayî bi destê dewleta Tirk digre ev ne bira ne û got: "Bila mala Barzanî baş bizanibin ku Dewleta Tirk îro li hemberî Gelê Kurd dike sibe jî dê dor bê malbata Barzanî. Em dest ji rêbertiya xwe ji şervan û gerîlayên xwe bernadin."   'Başûr perçeyek ji Erdnîgariya Kurdistanê ye'   Derbar heman mijarê de Remziya Îbrahîm Salih jî wiha axivî: "Ev demeke ku dewleta Tirk bi tundî êrişên xwe bi ser herêmên me de dike. Herêmên Parastina Medya, herêmên Bakur û Rojhilata Sûrî, di demên dawî de jî êrişî başûrê Kurdistanê dike. Hem jî ji bo dagirkirina xaka Başûr peyman û hevdîtin, têkiliyên xwe bi mala Barzanî re xurt dike. Îro Başûr parçeyek ji erdnîgariya Kurdistanê ye ya Gelê Kurd e, ne ya Dewleta Tirk e."   'Malbata Barzanî li ku ne?'   Di berdewamiya axaftina xwe de Remziya bang li malbata Barzanî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mala Barzanî li ku ne? Çima destê xwe daneynê ser wijdanê xwe. Îro destê dijminê xwe digirin û li hemberî Gelê Kurd radiwestin. Îro êrişê bakur, rojava û rojhilatê Kurdistanê dikin, wê sibê jî êrişê li Barzaniyan bikin. Dewleta Tirk leşkerên xwe dixe xaka Kurdistanê. Ji bo serweriya xwe pêk bîne ma heya kengî wê ew îxanet berdewam bike?"   'Em ê her piştevaniya şervanên xwe bikin'   Remziye wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bila hemû kes bizanibin ku îro em li pişt şervanên xwe ne. Em ê zarokên xwe fêrî berxwedanê bikin û rêya azadî, rêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin. Em ê têbikoşîn, heya ku em bighijin azadiya rêberê xwe."