'Gelo haya wan ji keraseta heyî tune ye?' 2024-07-12 09:06:40     Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Li  dijî tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi armanca balê bikşînin ser rola DDB’ê li ber DDB’ê daxuyanî hatibû dayîn. Dayikan Aştiyê yên tevli daxuyaniyê bibûn wiha gotin: “Tirkiye hatiye ber keraseteke mezin agahiya wan tune gelo? Ji bo Kurd nebin xwedî maf her tiştî dikin. Erdogan bi salane digot Kurd tune ne niha jî dibêje tecrîd tune ye.”   Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sale didome û ev 40 mehe jî tu agahî jê nayê girtin. Jinan li dijî tecrîdê li her qadê çalakiyan pêk bînin û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin. Yek ji van çalakiyan jî rojên borî de ji aliyê dayikên aştiyê ve, xizmên girtî, parêzer û parlamenteran ve li ber Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) pêk hat. Di vê daxuyaniyê de di mijara tecrîdê de balkişandin ser rola Dadgeha Destura Bingehîn.    Dayikên aştiyê Bedîa Gokyuz û Guler Bugday yên di daxuyaniyê de cih girtibûn derbarê tecrîd û helwesta dewletê de axivîn.    ‘Gelo agahiya wan tuneye?’   Dayika Aştiyê Bedîa Gokyuz da zanîn ku berjewendiya wan ji tecrîdê heye û ji ber vê dikin û wiha pê de çû: “Azadiya Birêz Ocalan dikare ji bo dewletê bibe pirsgirêk. Lê em dayikên ku aştiyê dixwazin ji bo me ne pirsgirêk e. Erdogan bê çi wezareta dadê wê dike. Edelet nemaye. Ger Wezîrê Dadê hebûna wê ji bo her kesî aştî û edelet bixwesta. Ji ber van pêkanînan Tirkiye hatiye ber karasetek mezin. Lê agahiya wan tune ye ji vê? Tecrîd li ser Birêz Ocalan dan destpêkirin lê niha li hemû kesî pêk tînin. Ez bang li gelê xwe dikim. Bila netirsin rabin ser piyan. Divê aştiyê bînin.”   Bedîayê hevdîtina wezareta dadêya bi dayikan re kiriye jî nirxan dû got: “Ev encama têkoşîna hat dayîn de pêk hat. Me bi israr têkoşîn meşand. Em çûn ber dadgeha destura bingehîn. Çawa dikevin tengasiyê hema xalekê derdixin. Destura Bingehîn ji bo kesên aştiyê dixwazin pêk nayê. Avahiya dadgeha destura bingehîn evqas bi xeml çêkirin lê vala çêkirine. Ji bo qanû ji bo her kesî hebin. Bila li ser kaxizan nemînin.”   ‘Em xwedî li mafê xwe derdikevin'    Dayika Aştiyê Guler Bugday jî destnîşan kir ku bi salan e li ser kurdan şerê qirêj tê meşandin, ew aştiyê dixwazin ku bila kes êşê nebînin. Gulerê wiha berdewam kir: “Em ji destpêka komployê de têkoşîna xwe dimeşînin. Jiyana me bi êş û elemê derbas bû. Ev hemû tecrîde. Tevî vê me dest ji aştiyê berneda. Lê dewlet yek gavekê navêje. Êrîşan didomîne. Me dayikan têkoşîn bi isarar meşandiye. Lê dewlet polîtîkayên şer yên sînro bezandiye dimeşîne."   Gulerê wiha dawî lê anî: “Em çûn ber dadgeha destura bingehîn. Em çûn meclîsê. Me înkara Gelê Kurd vegot. Lê kesî bersiv neda me. Ke dernakeve nabêje ku evqas mirov mirin çi ji destê me tê? Erdogan bi salan got kurd tunene niha jî dibêje tecrîd tuneye.  Em ê têkoşîna xwe bi biryarek mezin bidomînin. Em xwedî li mafên xwe derkevin. Em aştiyê dixwazin.”