Meşvan li Geliyê Zapê ne: Li dijî neheqiyê divê em bibin Denîz 2024-07-06 17:55:44     WAN - Meşvanên ‘Ji îradeyê re rêzgirtin’ di roja 7’an de gihişt Geliyê Zapê.  Li ser Pira Ciwanan a Şoreşger daxuyanî hat dayîn û hat diyar kirin ku li dijî neheqiya li hember gelê Kurd divê em bibin Denîz.   “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” ku li dijî tayînkirina qeyûm a di 3’yê hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye hate destpêkirin di roja 7’emîn de berdewam dike. Meşvanên ku hevserokê giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî nav de gihiştin Newala Zapê. Meşvanên gihiştin Pira ciwanan a Şoreşger, j ialiyê Koma Jinan a Femînîst û heyeta Colemêrgê ve ha pêşwazîkirin. Dirûşmeyên ‘bijî bexwedana Colemêrgê’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ hat berzkirin.   Hevseroka DEM Partî ya Colemêrgê Gulşen Kurt ji bo her kesî spasî kir. Piştre hevserokê DEM partî yê Colemêrgê Kadî şahîn axivî û da zanîn ku meşa li dijî xespkirina îradeyê deng daye û got wê têkoşîna wan bidome.   ‘Bijî wekheviya gelan’   Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu jî daxuyakirin ku wê her tim li dijî faşîzmê bin û got: “Denîz Gezmîş û hevalên xwe ji bo piştgiriya gelê Kurd hatibûn. Wê demê li Pira Bogazîçî dikirin. Denîz li dijî van pira wekheviyê ava kir. Denîzan ji bo Kurd qetil nebin hatin wir. Niha divê hemû Tirkiye bibe Denîz. Dem dema ku her kes bibe Denîz e. Bijî wekheviya gelan.”   Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez jî axivî û daxuyand k udu caran îrade hatiye xespkirin û got wê gel li dijî vê têkoşîna xwe bilind bikin.   Meşvanan piştre meşa xwe berdewamkirin.