Li Êlihê serdegirtinên malan: 13 kes hatin binçavkirin 2024-07-06 11:27:13     ÊLIH - Li Taxa Cudî ya Êlihê li gundê Bilexşê di serdegiritnên malan de herî kêm 13 kes hatin binçavkirin.    Li gundê Bilexşe  yê navçeya Kercews ya Êlihê û gelek navnîşanên taxa Cûdî ya navendê, bi ser malan de hat giritn. Di serdegirtinê de herî kêm 13 kes hatin binçavkirin.    Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: Abdulcelîl Gitmez, Yuksel Gîtmez, Nedîm Kaya, Emîne Kaya, Halîl Şîmşek, Suleyman Kapan, Îsa Gîtmez, Mehmet Gelen, Yusuf Boluk, Habîp Kaya, Mehmet Emîn Sağlam, Nezeta Boluk û Baver.    Ji aliyê din ve hat hînbûn ku kurê Fuat Gitmez ê ji binçavkiriyan Ramazan Gitmez ji aliyê polîsan ve hatiye derbkirin.    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, polîsan nêzî 15 roj in zextê li gundî û şêniyên taxê dikin.    Li aliyê din operasyona leşkerî ya ku di 18’ê Hezîranê de li herêma Çiyayê Mawa ya girêdayî navçeya Heskîfê ya Êlihê dest pê kiribû û di 22’ê Hezîranê de li bejahiya navçeya Kercewsê belav bû, dewam dike.   Kesên binçavkirin birine Fermandariya Cendermeyan a Êlihê.