Meş di roja 7'an de ye: Li hemberî qeyûm bêdeng nemînin 2024-07-06 10:21:20     WAN - Meşa "Ji îradeyê re rêzgirtin" ku li dijî desteserkirina îradeyê hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 7'an de berdewam dike. Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Feray Mertoglu got, “Kayûm encama neçareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk e. Di vê tu kes li hemberî desteserkirina îradeyê bêdeng nemîne."     “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re ” ku li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de di roja xwe ya 7’emîn de didome. 350 kesên ku di nav de Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenter, hevşaredar û nûnerên saziyên sivîl jî  hene, li navçeya Elbak a Wanê şeva xwe derbas kirin. Meşvan di saetên serê sibê de hatin cem hev û piştre ji navenda bajêr heta ser rêya Colemêrgê meşiyan. Meşvan bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Colemêrg ya me ye", "Bijî berxwedana zindanan", "Roj wê were, wê AKP hesab bide gel" heta navenda navçeyê meşiyan. û piştî ku bi qasî 4 kîlometre meşiyan daxuyanî dan çapemeniyê.   'Divê tu kes li hemberî qeyûman bêdeng nemîne'   Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst Ji nû de Rizgarî (SYKP) Feray Mertoglu ku li ber pankarta "Ji îradeyê re rêzgiritn ji qeyûm re na" daxuyanî da got, " Em li gel hemû astengiyan meşa xwe dewam dikin. AKP-MHP’ê polîtîkaya çewisandinê li ser Kurdan û gelan dimeşîne û Mafê Kurdan ê dengdayîn û hilbijartinê 3 caran hatiye desteserkirin. Hikûmet ji bo jiyana xwe misoger bike, nahêle gelê Kurd xwe bi rêve bibe û şaredarên xwe hilbijêre. Qeyûmên tayînî Kurdistanê tên kirin encama çaresernekirin pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk e. Di serî de hemû raya giştî, şoreşger û muxalefet hemû kesên ji vê rewşê bêzar dibin bila bêdeng nemînin. Eger em li hemberî vê yekê bêdeng bimînin wê jin di malên xwe de bên hepiskirin, karker bêkar bimînin, xweza jî wêran bibe. "   'Ev di heman demê de meşa azadiya jinê ye'   Feray destnîşan kir ku ji bo di nava şert û mercên wekhev û azad de bijîn divê her kes piştgiriyê bide meşê û got, “Ev meşa azadiyê, di heman demê de meşa azadiya jinê ye û li dijî pêkanînên dijdemokratîk e. Em spasiya her kesê ku bi me re meşiyan, malên xwe vekirin û di vê meşê de piştgiriya me kirin dikin,"    Piştî axaftinan meşvanan meşa xwe ya ber bi sînorê Colemêrgê ve berdewam kirin.